Çand û HûnerManşêtNûçe

Navenda Hêzil nimûneya parastina çand û hunera kurdî ye

Koma Hêzil a navçeya Tirbespiyê bi hejmareke biçûk dest pê kir û niha veguharî naveneke mezin ku bi sedan kesî dihewîne. Koma Hêzil rexmî zextên rejîma Baasê xebatên xwe ranewestandin, berevajî vê yekê kedeke mezin ji bo parastina çand û kevneşopiya gelê herêmê da.

hewldanên qirkirina çanda kurd nehatina seknandin heyanî roja me ya îro . Li Sûriyê jî piştî ku partiya Baas di destpêka salên 70‘î de hat ser desthilatê, bi hemû rê û rêbazan xwest çanda kurdî ji holê rake, Sûriyê vegerîne yek çand û yek zimanî.

Lê ji ber girêdana gelê Kurd bi çand û hunera xwe ve, hewldanên rejîmê negihîştin serî. Bi wateyeke din em dikarin bibêjin gelê Kurd bi rêya saziyên çandî û komikên veşartî karî çanda xwe biparêze.

Di dema serweriya rejîmê de, li Rojavayê Kurdistanê komên biçûk ên çandî hebûn. Di wê demê de komên çandî ji ber zextên rejîmê tenê di minasebetan de wekî cejna Newrozê û 8‘ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, veşartî çalakiyên xwe pêk dianîn.

Ji kevntirîn koman ên li herêma Cizîrê û yên ku heta niha hene, piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê sala 2012’an bi awayekî birfireh xwe bi rêxistin kiriye, Koma Hêzil a Çand û Hunerê ya navçeya Tirbespiyê ya Herêma Cizîrê ye. Koma Hêzil di sala 1987/1988’an ji hêla şehîd Xebat Dogan ve ku di salên 90’î de tev li refên tevgera azadiya Kurdistanê bûye, hat damezirandin.

 

Roleke girîng di parastina çanda gelê Kurd de list.

Koma Hêzil destpêkê bi hejmareke biçûk ji ciwanên navçeyê ve dest pê kir. Kom ji beşên muzîk, dîlan û şano pêk dihat û bi rêya berhemên xwe yên çandî û hunerî roleke mezin di parastina çanda kurdî de lîst.

Hinek endamên komê  ji aliyê rejîma Baasê  ve rastî gefan hatin û hinek din jî hatin girtin, ji wan yek jî Elî Nayif e ku gelek caran hatiye binçavkirin.

Koma Hêzil bi şoreşa Rojava re

Bi pêvajoya Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, rêveberên Koma Hêzil ji bo pêşxistina xebatên xwe û jinûvesazkirina komê, li hev civiyan û bi kedeke mezin Navenda Hêzil a Çand û Hunerê di dawiya sala 2012’an de vekirin.

 

Şoreşa Rojava bandoreke mezin li Koma Hêzil kir. Ji komeke biçûk veguherî navendeke mezin ku ji gelek komên stranan, muzîkê û folklorê û hwd pêk tê. Ji komên girêdayî Navenda Hêzil; Koma Şehîd Xebat a Muzîkê, Koma Şehîd Sebrî ya Şanoyê, Koma Şehîd Warşîn a Govendê, Koma Şehîd Viyan Peyman a Jinan û çar komên zarokan wekî; Koma Şehîd Dilgeş a Muzîkê, du komên Kulîlkên Rojava, Koma Şehîd Rîwan a Govendê û Koma Şehîd Dilo ya Şanoyê.

Di dema pêwîst de bûn şervan

Ya balkêş, endamên Koma Hêzil bi destpêka Şoreşa 19‘ê Tîrmehê re, ne tenê erka xwedîderketina çand û hunerê hilgirt ser milên xwe, di dema êrîşên komên çete li ser herêmên bakur, navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa û Girkê Legê de çek hilgirtin û li dijî çeteyan şer kirin. Ji endamên komê 7 kes gihaştin asta şehadetê, wekî şehîd Dilovan, Dilgeş û Rîwan.

Hejmara endamên Navenda Hêzil nêzî 100 kesî ye. Girêdayî Navenda Hêzil a Çand û Hunerê 2 navend hene. Yek li bajarokê Maşûq e, bi navê Şehîd Sasûn ku hejmara wê 30 endam in û ya din jî li gundê Beyandor ê girêdayî bajarokê Hilwa bi navê Şehîd Serhed e ku hejmara wê 70 endam in û li ser amûrên muzîkê perwerdeyê dibînin.

Navenda Hêzil a Çand û Hunerê bi awayekî domdar dewreyên pewrerdeyê li ser amûrên muzîkê; tembûr, gîtar, zirne û daholê ji ciwan re vedike. Li rex vê jî beşdarî çalakî, minasebat û mîhrîcanên ku li herêmê têne lidarxistin, dibe.

Şehîdên Navenda Hêzil

Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ji destpêka damezirandinê sala 1987/1988’an ve heta roja îro 7 şehîd di tevgera azadiyê û şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê de dane. Wekî şehîd Xebat Dogan, Rîwan Rêber, Dilovan Silêman, Dilgeş Hesen, Îlwan Ebdulah, Sebrî Horan û şehîd Ridwan El-Husên.

Back to top button