ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Jinên Şehbayê asta xwe ya fikrî bilintir dikin

Piştî rizgarkirina gund û herêmên Şehbayê ji çeteyên DAIŞ’ê, jinan xwe li herêmê bi rêxistin kir û rola xwe ya pêşeng di zanakirina jinan û birêxistinkirina wan de bi rêya avakirina Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê lîst.

Di 1’ê Cotmehê de dewreya duyemîn a jinên Şehbayê bi navê Dewreya Şehîd Barîn Kobanê bi tevlêbûna 30 jinan ji gundewarên Ehrez, Fafîn, Til Rifat û Ehdas re hate vekirin.

Di dewreyê de waneyên bîrdozî girêdayî girîngiya perwerdeyê, şêwaza xîtabê, civaka xwezayî, civaka zayendî, dîroka jinan, zanista jinan, çand û exlaq, jin û siyaset, neteweya demokratîk, dîroka rojava, şerê taybet, parastina rewa û rexne û xwerexnekirin hatin dayîn.

Jinên ku tev li dewreyê bûne diyar kir ku berê nedizanîn ku dîroka jinan ew qas tijî destkeftin e. Her wiha di dewreyan de têkoşîna jinan li dijî kapîtalîzmê nas kirin û ji wan re diyar bû ku jin bingeha jiyanê ne. Ji aliyekî din ve jinên Şehbayê yên girêdayî fikra îslamê, piştî naskirina van agahiyan, bi nakokiyan re rû bi rû dibin.

Di dewreyê de jin ji bo naskirina hin agahiyên dîtir li ser dîroka xwe bi coş û xwestek beşdarî nîqaşan dibin û nêrînên xwe ji hev re parve dikin.

ANHA

Back to top button