ManşêtNûçe

Jinan li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê daxwaznameyek radestî parlamentoya Iraqê kirin

Şandeyek jinên başûrê Kurdistanê ji komîsyona jinên Tevgera Azadî, bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê serdana ofîsa parlamentoya Iraq ya bajarê Silêmaniyê kirin.

Şandeya jinan bi armanca dawaznameyek li ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr radestî parlamentoya Iraqê bikin, serdana ofîsa parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê kirin. Şandeya jinan daxwaznameya ku li ser dagirkeriya Tirk amadekirîn, radestî parlamenteran kirin.

Di daxwaznameyê de ev daxwaz ji parlamentoya Iraqê hatin kirin: Divê parlamentoya Iraqê sînorek li ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk dane. Di çarçoveya destûra Iraqê de serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê were parastin. Di demek zû de parlamentoya Iraqê biryara derxistina baregehên Tirkiyeyê yên di nava Iraqê de bide. Biryara rawestandina hemû dagirkeriya siyasî û çandî ya Tirkiyeyê were girtin. Rê neyê dayîn aboriya Iraq û Herêma Kurdistanê pêşkêşî Tirkiyeyê were kirin. Bi biryarek hemû dibistanên Tirkî werin girtin. Divê tazmînata aborî û manewî ya hemû qurbaniyên bombebaranê werin dayîn.

Back to top button