ManşêtNûçe

RSF: Rojnamevanên li herêmên di bin serweriya hikumeta Sûrî û dewleta Tirk li pêşbirî xeteriyê rû bi rû ne

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di raporekê de got: “Rojnamevan li pêşberî xeteriyê rû bi rû ne. Ew in ku di eniyên pêşîn de cih digirin da ku operasyonan bişopînin.”

Rêxistinê di berdewama rapora xwe de destnîşan kir ku asta revandina rojnamevanan zêde bûye. Komên radîkal ên ku weke desthilat tevdigerin, berpirsên van bûyeran e.

Her wiha rêxistinê got: “Li herêmên mîna Şamê medyaya azad bi temamî tine ye. Dazgehên çapemeniyê tenê nûçeyên ajansa nûçeyan a hikumetê diweşînin. Yanî tenê dengê wê bi ser dengê xîtaba fermî bilind nabe. Hikumet komek rojnamevan hidibjêre û dihêle şeran li rex leşkerên artêşê bişopînin.”

Li gorî rêxistinê, “Îstixbarata Sûriyê hemû kesê ku hikumetê rexne dike yanî agahiyên hesas belav dike, digirin. Hêzên hikumetê bi dehan rojanemvan girtin, hinek din jî ji hêla komên çekdar ve yên ku bi demê re derketin di sêrî de DAIŞ, Artşa Isalmê û Heyet Tehrîr El-Şam ve hatin revandin. Tê texmînkirin ku bi sedan rojnamevan di bin îşkenceyê de hatine kuştin, tevî ku tê zanîn ku malbatên wan çaranûsa wan nizanin.”

Têkildarî herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêxistinê got: “Rojnamevanên herêmî yên ciwan dibin qurbaniyên şerên bi komên alîgirên dewleta Tirk re.”

ANHA

Back to top button