Rojnameya Financial Times a Britanyayê parve kir ku nûnera taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Lîbyayê Stephanie Williams diyar kir ku têkildarî rûbirûbûna hêzên biyanî yên li Lîbyayê şer dikin, xetereyeke mezin heye.
Stephanie wiha got: “Xetereya veguherandina şerê li Lîbyayê ber bi şerekî wekaletê ve, pir xetere ye û tişta li ber çav berdewama destwerdana biyanî ye.”
Di demekê de ku hêzên rikber têkildarî Sirteyê kom dibin, gelek dewlet çek û çeteyan dişînin Lîbyayê û biryara qedexeya şandina çekan a ku NY`yê li ser welat ferz kiriye, binpê dikin. Tê zanîn ku Sirteyê deriyê sereke yê stasyona petrolê ya li Lîbyayê ye.
ANHA