ManşêtNûçe

“Ji Dersimê heta Halebçeyê Almanya hevkarê tawanên li Kurdistanê ye”

Der barê belgeyên ku nîşan didin di Komkujiya Dersimê de gazên Almanya hatine bikaranîn, hikumeta Berlînê got, ’em pê nizanin’. Parlamentera Partiya Çep Jelpke ji ANF’ê re got, Almanya ji Dêrsimê heta Halebçeyê şirîkê hemû sûcên li Kurdistanê ye

Rojnameya Dersimê di meha Gulanê de belgeyeke bi îmzeya Mûstafa Kemal weşandibû ku di wê belgeyê de eşkere dibû ku dewleta tirk gazên bi jehr ên di qirkirina Dersimê de bi kar anî ji Almanya Nazî wergirtiye. Piştre jî rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Junge Welt ên li Almanyayê tên weşandin lêkolînên berfireh ên der barê mijarê aşkere kiribûn.

Hevkariya Almanyayê ya di sûcê Qirkirina Dersimê de ku sala 1937’an dest pê kir û sala 1938’an bi dawî bû bi hewldana Partiya Çep di destpêka meha Tîrmehê de ketibû rojeva Meclîsa Federal.

Bi hewldana parlamenter Ulla Jelpke, Dr. Andre Hahn û Gokay Akbûlût, koma Partiya Çep pêşnûme pirsek pêşkêşî meclisê kiribû û hevkariya gaza bi jehr a Almanya Nazî û rejîma Enqereyê aşkere kiribûn.

Bersiva ’em êşa wan fêhm dikin lê mesele ne ya me ye’

Wekîlan di pêşnûme pirsa xwe de ji Hikumeta Federal a bi Serokwezaretiya Angela Merkel xwestin ku bersivê bidin wan. Der barê gazên alman ên li Dêrsimê hatin bikaranîn pirsên berfireh kirin.

Hikumeta Federal jî di 15’ê tîrmehê de bersivek ji wekîlan re şand. Di bersivê de ku gihîşt ANF’ê tê dîtin, hikumeta Berlînê xwe ji bersivdana gelek pirsên Partiya Çep vedigire.

Wekîlan di pêşnûmeyê de ragihandin; “Belge berpirsyariyê dixe ser milê Hikumeta Federal ku der barê komkujiya li Dêrsimê karekî siyasî û dîrokî bike.” Rêveberiya Berlînê der barê vê nêrînê de cara duyemîn şîroveyeke wiha kir: “Hikumeta Federal êşa qurbaniyan û xizmên wan fêhm dike. Lê belê karê siyasî û dîrokî divê li Tirkiyeyê bê kirin.” Hikumetê heman şîrove di meha nîsanê de di bersiva xwe de kiribû.

Di bersivê de hat ragihandin ku haya hikumeta federal ji nûçeyên der barê belgeyên nû de heye û ji bo belgeyên dawî yên ku ispat dikin li Dêrsimê gazên Nazî hatine bikaranîn wiha hate gotin: “Ji bilî nûçeyên li medyayê agahiyeke berfireh li gel me nîne. Lêkolîn û şîrovekirina belgeyan bi rengekî bê alî tenê bi karekî zanistî dikare bê kirin.”

Hikumeta Merkel her wiha ragihand ku amade ne alîkariyê bidin karekî li Tirkiyeyê der barê bûyerên li Dêrsimê qewimîn û para Almanyayê ya wê demê lêkolîn bike.

Pirsên; gazên bi jehr ên li Dêrsimê hatin bikaranîn ji aliyê kîjan fîrmaya alman ve hatin hilberîn, rejîma wê demê firotina wan pejirand an na, di sala 1937’an de balafirên şer ên bi tîpa Heinkel He111 ji Tirkiyeyê re hatin firotin an na û gelek pirsên din bê bersiv hatin hiştin.

‘Tê jibîrkirin ku 200 hezar dêrsimî li vê derê dijîn’

Parlamentera Partiya Çep Ulla Jelpke der barê daxuyaniya “Divê karê der barê Dêrsim 38 de li Tirkiyeyê bê kirin” nerazîbûn nîşan da û ji ANF’ê re ragihand ku şopa qirkirin û koçberkirina wê demê ya ji Dêrsimê hîn jî didome.

Jelpke diyar kir ku gotina ‘hikumeta Alman êşa dêrsimiyan fêhm dike’ erênî ye û destnîşan kir lê belê mesele ne tenê ya Tirkiyeyê ye, di heman demê de meseleya Almanyayê ye.

Siyasetmedara Partiya Çep a xwedî tecrûbe bangeke wiha li hikumetê kir: “Du sê nifş in ku 200 hezar dêrsimî li Komara Almanyayê ya Federal dijîn. Ji ber vê yekê divê bîrdarî û projeyên ku bûyerên li Dêrsimê vedibêjin li vê derê jî hebin.”

Jelpke bi bîr xist, di belgeyan de aşkere dibe ku gazên li Dêrsimê hatine bikaranîn ji aliyê Serokkomarê tirk ê wê demê Mûstafa Kemal Ataturk ve ji Almanyayê hatine peydakirin û wiha got: “Her wiha ji balafirên Heinkel He111 ên li Almanyayê hatin hilberandin bombeyên gazê hatin avêtin. Belge û agahî hemû nîşan didin ku ji Dêrsimê heta Helebçe ya sala 1988’an êrîşên bi gazên kîmyewî, sûcên li dijî kurdan hatine kirin bi gazên alman hatine kirin, gazên alman di xizmeta kujeran de bûn.”

Back to top button