HemerengManşêtNûçe

Çeteya DAIŞ’ê dê Cejn Qurbanê veguheranda gola Xwînê

Jina DAIŞ`î B.A. erkên cuda di nav şaneyên DAIŞ`ê de anîne cih, xwe amade dikir ku êrîşên terorîstane di sibeha cejna Qurbanê de li Qamişlo pêk bîne. Lê bi serneket û hate girtin. Jina DAIŞ’î di lêpirsînê de aliyên ku li paş van êrîşan e aşkere kirin.

Şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê piştî gefên serokkomarê dewleta tirk a dagirker  Receb Tayyîp Erdogan ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên xwe li herêmê zêde kirin. Bi taybet li herêma Cizîrê. Gelek teqîn li bajarên mezin ên herêmê rû dan. Li kantona Hesekê, Qamişlo û herî dawîn navçeya Tirbespiyê tepîn rû dan.

Piştî wan êrîşan, Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê, hemleyek li dijî şaneyên veşartî da destpêkirin. Hêzê gelek şaneyên girêdayî DAIŞ`ê di nav de B.A. û F.A. yên ku êrîşên terorîst li bajarê Qamişlo pêk anîne girtin. Yek ji van teqînan jî ya di 11’ê tîrmehê li taxa El- Westa ya li beer deriyê dêra El- Azrî bû. Teqînek din jî di 17’ê hezîranê de li Navenda Hêzên Ewlekariya Hudirîn pêk anîbûn.

Piştî lêpirsînan, Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê gihaşt aliyên li paş wan êrîşan. Ajansa ANHA’yê jî karî hevdîtinek taybet li gel çeteyên DAIŞ’ê yên şaneyê ya ku hejmarek kiryarên terorîstane li bajarê Qamişlo pêk anîne, çêkir. Ev çeteya bi navê B.A. hewl dida sibeha roja cejna Qurbanê teqînek pêk bianiya.

Li gorî navaroka hevdîtinê û axaftina çeteya şaneyên DAIŞ`ê, çeteyên DAIŞ`ê rêbazên nû ji bo pêkanîna êrîşan bi kar tînin. Ev tişt di cilên çeteya DAIŞ`ê ya ji hêla Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê ve hatiye girtin de, di dîmenên vîdoyaya hevdîtinê de, xuya bibe. Cilên ku jina DAIŞ`î li xwe kiriye heman cilên dema hatiye girtine.

Jina DAIŞ`ê B.A. di sala 1997`an de li gundê Edla yê girêdayî bajarokê El-Şedadê yê başûrê kantona Hesekê hatiye dinê. Jinebiya DAIŞ`iyê bi navê Mihemed Elî El-Îsa ye. El- Îsa di operasyonên HSD`ê yên ji bo rizgarkirin gundên bakurê Reqayê di sibata 2017`an de hatiye kuştin.

B.A. di dawiya sala 2014`an de li bajarokê Şedadê fikrê DAIŞ`ê nas dike û biryarên çeteyan pêk tîne. Lê li gorî gotinên wê, ew têrê nedikir ku tevlî nav refên DAIŞ`ê bibe. Piştî ku bi DAIŞ`iyê bi navê Mihemed Elî yê ji şêniyên bajarok re di Tîrmeha 2015`an de dizewice tevlî dibe.

Jina DAIŞ`î B.A. behsa serpêhatiya xwe û hevserê xwe ya di nav DAIŞ`ê de kir: “Piştî cewzê bi 6 mehan di destpêka 2016`an de em çûn bajarê Dêrazorê. Hevserê min destpêkê di nav refên artêşa Xîlafetê de li rex mihacîrên Çeçen kar kir. Ji ber karê wî yê bi Çeçenan re piştî du mehan em çûn bajarê Nînawa li Iraqê û heta 4 mehan em li wir man. Piştî wê di heman salê de em çûn bajarê Reqayê û hevserê min tevlî nav artêşa ketîbeya El-Sewarim a taybet ji bo teqînan bû. Hevserê min di nav ketîbeyê de heta ku di sibata 2017`an de li herêmeke başûrê Reqayê di operasyonek leşkerî de hat kuştin kar kir.”

Jina DAIŞ`î wiha domand: “Piştî kuştina hevserê min  û piştî ku zarokê min Mihemed welidî, tevî birayê hevserê xwe yê ku di nav refên dewletê de birîndar  bûye, em çûn herêma El-Besîra ya girêdayî bajarê Dêrazorê. Ji ber ku operasyonên leşkerî li dijî herêmê hebûn. Piştî wê em çûn El-Şehîl. Di dawiyê de em li herêma Hecînê bi cih bûn. Ji ber operasyonên leşkerî yên Amerîka û kurdan li dijî dewleta xîlafetê, em ji cihekî diçûn cihekî din.”

Têkildarî awaya derketina wê ji Hecînê û vegera Şedadê, jina DAIŞ`î destnîşan kir ku ew wek sivîlên ku ji DAIŞ`ê reviyan e ji herêmê derket û wiha domand: “Bi rêya hindek qaçexciyan wek sivîlên ne girêdayî DAIŞ`ê em ji herêmê derketin û di mijdara 2017`an de min xwe gihand malbata hevserê xwe li bajarê Şedadê. ”

Windahiyên DAIŞ`ê li Minbic û Baxozê ji hişê jina DAIŞ`î naçin û dev ji rêgeza DAIŞ`ê berneda. Jina DAIŞ`î ji malbata hevserê xwe qut dibe, diçe Qamişlo li cem malbata xwe ya ku ji ber dagirkirina Şedadê ya ji aliyê DAIŞ’ê de koçberî Qamişlo bûne û li wir dimîne. Li wir carek din bi rêya şaneyên veşartî dest bi êrîşên terorîstane dike.

B.A. ji destpêka 2019`an ve bi rêya endamekî şaneyên DAIŞ`ê bi navê F.A. şaneyên DAIŞ`ê nas dike. F.A. dostê malbata B.A. ye û ji şêniyên navçeya Amûde ya girêdayî kantona Qamişlo ye. F.A. tevî B.A. ji hêla Hêzên Têkoşîna li dijî Terorê li ber deriyê têketina bajarê Qamişlo ji aliyê rojava ve tên girtin. Li gorî agahiyên ku B.A. gotine,  ew F.A. nasnake û tenê dizane ku ji Amûdêye. Bi rêya telefonê jê re agahî digotin.

Jina DAIŞ`î ya bi navê B.A. erkên cuda ji bo DAIŞ`ê pêk anîne. Naskirina nuqteyên leşkerî yên bajêr, kişandina wêneyan, peydakirina çek û şandina wê ji herêma Hecînê ji endamên şaneyê yên din re. Herî dawîn teqandina hindek nuqteyan di bajarê Qamişlo de. Ji van teqînan, teqîna ku dê di sibeha roja cejna Qurbanê de pêk bianiya. Di vî warî de dibêje: “Min ji wan xwest ku êrîşekê li dijî nuqteyên girîng ên endamên Koalîsyona Navdewletî û Amerîkî pêk bînim. Wan jî ew erka pêkanîna êrîşekê sibeha roja cejna Qurbanê dan min.”

Di nav gotinên xwe de B.A. êrîşên terorîstane ku şaneyê di nav bajarê Qamişlo de pêk anîne aşkere kirin û wiha got: “Şaneya me du êrîş pêk anîn. A yekê F.A. li dijî Dêra El-Azrî ya bajêr pêk anî. Tevî teqîna li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li çarxerêya Sonî.” B.A. îdia kir ku F.A. jê re gotiye ew teqîn pêk anîne lê bê tevlibûna wê.

Li gorî nûçeya ajansa Hawarê; Hêzên ewlehiyê hewldana jina DAIŞ`î B.A. di pêkanîna êrîşekê de di sibeha roja cejna Qurbanê de tekez kirin û şane di deriyê têketina bajarê Qamişlo de ji aliyê rojava ve hate girtin.

 

Back to top button