ÇalakîManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Ji bo 25’ê Mijdarê rêzeçalakî

Di 25’ê Mijdarê de Roja Cîhanî ya Têkoşîna Şideta li Dijî Jinan e. Bi vê boneyê Kongreya Star û rêxistinên girêdayî jinan li geleke deverên Sûriyê rêze civîn û semîner organîze kirin.

HELEB

Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd civînek li dar xist. Di civînê de endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî civînê bûn. Civîn li hola civînan a li taxa Rojava lidar ket.

Di civînê de endama rêveber a Kongreya Star Nehla Mistefa perspektîvên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî rola jinan di civakê de û hemû pêngavên ku tê re derbas bûye heta ku xwe bi rêxistin kirin bi zimanên Erebî û Kurdî xwend.

Di perspektîvan de tê destnîşankirin ku kapîtalîzmê jin ji hemû aliyan ve dorpêç kiriye. Yanî ji destpêka serdema Someriyan heta roja me ya îro.

Di civînê de senevizyonek li ser dîroka jin û berxwedana wî hate nîşanda.

Civîn bi berzkirina siloganên silavkirina jina azad bi dawî bû.

QAMIŞLO

Kongreya Star bi heman armancê du civînên cuda li gundên Robarya û Bana Qesrî yên girêdayî bajarê Dêrikê li Kantona Qamişlo li dar xistin.

Di her du civînan de bi dehan jin beşdar bûn. Her wiha endama rêveber a Kongreya Star a Herêma Cizîrê Henîfe Mihemed axivî û dîroka roja 25‘ê Mijdarê vegot.

Henîfa ev tişt li gotinên xwe zêde kir û got: “Beyî azadiya Jinan, en nikarin cîhanekî bê koletî bibînin, eger jin negihaşt azadiya xwe wê koletî berdewam bike.”

Her wiha Henîfe destnîşan kir ku azadiya jinan û wekhevîkirina wê bi mêran re, asta civakê diyar dike. Her wiha diyar kir ku heta niha dîrokek rast nehatiye nivîsandin û rol û cihê jinan a rastîn di her zanistek civakî de nehatiye xuyakirin.

Henîfa wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Şoreşa Jinan, şoreşa herî bi hêz e. Ji ber ku nûnertiya mirovahiyê dike û afrînera nifşa nû ye. Jin di şoreşê de xwe bi rêxistin kir û di hemû waran de xwe isbat kir.”

Civîn bi nîqaş û pirsan bi dawî bû.

Her wiha li navçeya Til Hemîsê Kongreya Star bi dirûşmeya ‘Bi vîna jina azad em dagirkeriyê bişkînin’ du civînê cuda li bajarokê Til Ehmed û Ebû Cern orgenîze kirin.

Di her du civînan de berdevka Meclisa Jina Sûriyê ya Kantona Qamişlo Hêva Mehmûd axivî û behsa tundiya ku der heqê jinan de tê meşandin kir.

Hêva xuya kir ku heta roja me ya îro piraniya jinan ji ber şer û nakokiyan de dibin qurban.

Piştî bi dawîkirina xwendina semînerê endama Meclisa Jina Sûriyê ya Qamişlo Hendêra Welîka cureyên tundiyê, sedemên wê û bandorên wê li ser jinan û civakê û heta zarokan ji beşdaran re şîrove kir .

Ji aliyekî din ve Kongreya Star û Koordînasyona Jinan a Rêbevberiya Xweseriya Demokratîk bi vê wesîleyê bi dirûşmeya ‘Şikandina pergala Imraliyê, şikandina qeydên li ser jinê ye’ semînerek li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo orgenîze kir.

Tevî hejmarek endamên jin ên saziyên sivîl bi dehan ji şêniyên bajer Qamişlo beşdartî semînerê bûn.

Di semînerê de têkildarî vê rojê belavok li beşdaran hate belavkirin. Piştre berdevka Komîteya Civakî Gulistan Elî rola jin di civakê de bi bîr xist û şêwazên kolekirina jinan ji aliyê pergalên mêrdestiyê ji beşdaran re şîrove kir.

Gulistan wiha domand: “li tevahiya cîhanê em wekheviyê di navbera her du cinsan de nebînin. Ji bo pêkanîna wekeheviyê divê kedek bê dayîn.”

Di dawiyê de Gulistan sedema diyarkirin û binavkirina vê rojê bi Roja Têkoşîna Şideta Li Dijî Jinan ji şêniyan re şîrove kir.

Di dawiya civînê de Koma Serêkaniyê ya girêdayî Kevana Zêrîn şanoyek bi navê ‘Leylê Şevî ‘ pêşkêş kir.

ŞAM

Têkildarî mijarê Kongreya Star li taxa Zorava ya Şamê civînek li dar xist. Di civînê de bi dehan şêniyên taxê û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Di civînê de, dîroka jin ji serdema dayika xwedawend ta roja me ya îro, cûreyên tundiya li ser jinan û bandora wê ya neyinî li ser civakî, her wiha rêbazên rêgirtina li ber tundiyê hatin nîqaşkirin.

Di dawiyê de belgefîlmeke bgirêdayî tundiya li ser jinan hate pêşkêşkirin.

ANHA

Back to top button