ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Li hemberî projeyê Osmaniya nûjen projeya jiyana hevbeş çareserî ye

Rûnştina sêyemîn a Kongreya krîza şaristaniyê û rêya ber bi modernîteya demokratîk ve li Rojhilata Navîn” bi navê “Rola Tirkiyê di kûrkirina krîzên herêmê de” dest pê kir. Ev beş ji du şaxan pêk tê. Yekem “Osmaniya Nûjen: Sedem û Encam” ji aliyê Lêkolînerê Karûbarên Tirkiyê û Prfusurê Dîrok û Zimanê Tirkî di Zanîngeha Lubnanê Dr. Mihemed Mûredîn ve hate dayîn. Beşa duyemîn jî bi navê “Çawa faşîzmeya kes û spî li Tirkiyê bûne yek? Bandora vê yekê li ser gelan û rêbazên çareseriyê” ji aliyê Cîgirê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar rasteve hate şîrovekirin.

Ji peymana Milî heya Lozanê

Di beşê yekem de Dr Mihemed Nûredîn bal kişand li ser peymana Milî ku Konseya Osmaniyan di 28‘ê Çileya 1920‘an de hatibû derxistin, her wiha peymana Lozanê ku 24‘ê Tîrmeha 1932‘an de hatî îmzekirin kku li gorî sînorê Tirkiyê xêz kir.

Mihemed Nûredîn got: “Xêzkirina sînorê nû yê dewelta nû derdora 20 salan dewam kir, ji sala 1920 heya sala 1939‘an. Dema ku Lîwa Eskenderon ji Sûriyê hate parçekirin û tev li Tirkiyê hate kirin. Lê ferqeke mezin heye di navbera xêzkirina sînorê erdîngariya ji bo Tirkiyê û rêzkirina sînorê îdîolojiya wî de.”

Nûredîn tekez kir ku di bendên peymana Milî nejadperestî, înkaririna netewên di sînorê peyanê de derdikeve pêş.

Pêşniyara netewa islamî

Nûredîn dibêje: “Dema ku Osmanî wekî nêrîn û bawerî bi her du aliyên xwe netewî û bawerî bi bîr dixin, ev yek wêneyek tarî ji sîstema leşkerî ya 12‘ê Îlona 1980‘an de dizivirîne. Ku tê de pêşniyara netew-baweriya islamî li hemberî tevgerên netewî yên kurdî, komunist û çepger rewa dike. Ev yek zemîna herî xurt a derdketina têgeha Osmaniya nû ye wekî yekem car di dîroka Tirkiyaya nûjen. Di dema şerê duyemîn ê kendavê Turkow Özil yekem kes bû ku hewl da bi riya dagirkirina bakurê Iraqê osmaniya nûjen pêk bîne.

Osmaniya Nûjen û Buhara Gelan

Têkildarî destwerdana Tirkiyê di buhara gelan a ereban de Mihemed Nûredîn wiha pê de çû: “Buhara Ereban ji bo AKP‘ê derfet bû ku projeyên xwe yên Osmanî pêk bîne. Di buhara gelan herêm ket qeyran û şer de. Osmaniya nûjen ango xwediyên projeya Osmanî hewl dan ku dest di krîzê de wer bidin. Destpêk bi projeya Amerîkî û Rojavayî bû ku herêmê di warê erdîngarî û civakî parçe bikin û ewlehiya Isarîlê mîsoger bikin.”

DAIŞ, El-Nusra û rêxistinên tundra alavên Osmaniya Nûjen e

Mihemed Nûredîn anî ziman ku Tirkiyê hemû rê û rêbaz bi kar anîn da ku alav û baskên xwe bighîne desthilatdariyê. Destpêkê xwe spart rêxistinên çekdar ên tundra mîna DAIŞ, El-Nusra, Îgor û Çaçan. Rêjîma Tirkiyê gelek hewldan kir da ku artêşên niştimanî yên Sûriyê, Iraq û Lîbayayê veqetîne, lê armancên wê bi ser neketin û hevkarên wê li Misir û Tûnisê bi ketin. Paşê yek ser bargehên xwe yên leşkerî li Başîqaya Iraqê û hin deverên din ava kirin û li Sûriyê sêgoşiya Cerablus, Ezaz û Bab, her wiha Efrînê dagir kirin û alavên xwe li Idlibê diparêze.”

Dr. Mihemed Nûredîn wiha domand: “Osmaniya Nûjen projeyeke ciddî ye ne derew e, ji Peymana Milî û wir de mezintir e. Lê xîtaba sînorê peyamê ango bakurê Sûriyê û Iraqê diyar dike ku Osmaniya nûjen heya niha biketinî ye. Bidestxistina hin serkeftiyan di sînorê peyaman Milî de armanca sereke ya Tirkiyê ye. Ev yek jî di tevgerên wê yên siyasî û leşkerî yên di du salên dawî de li Sûriyê û Iraqê derdikevin holê, bi wateyek din di lihevkirinên Astanayê de diyar dibin ku rê pêşî ji Osmaniya nûjen re vekir ku deverên ji Cerablus heya Efrîn û Idlibê dagir bike û hêzên wê li Başîqayê bibîne, di hemanê demê de gefên wê yên domdar li ser Şengalê.”

Dr. Nûredîn di dawiya axaftina xwe de got: “Şerê siyasî ji şerê çekdarî re girantir e. Şer û merc li Sûriyê, Iraq û herêmên rojhilatî û Erebî çawa bin divê rê neyê dayîn ku projeyên Osmaniya nûjen bi serkefin. Li beranberî wê yekbûyîna helwestên hêz, kom, dewlet ji kendav heya bakurê Afrîqiya û Şamê û Qoqazê yên ku ji ber zihniyeta Osmaniya Tirkiyê zirar dibînin dive erka me ya yekem be.”

Sykes Picot bê bandor bû, pêşniyarên alternative çi ne?

Beşê duyemîn ê mijdarê ji aliyê Cîgirê Partiya Demokratîk a Gelan û hiqûqnas Midhet Sincar ve hate dayîn. Sincar semînerek bi navê “Çawa faşîzmayên kesk, spî, û reş li Tirkiyê bûne yek? Bandora vê yekê li ser gelan çi ne û çareserî çi ne? da.

Sancar bal kişand li ser bûyerên 100 salên dawî de li Rojhilata navîn û encamên peymana Sykes Picot, avakirina netew dewlet li Tirkiyê ku li hemberî gelên Ermen û Suryan û Kurd qetilam pêk anîn.

Sancar got: “Îro çîroka Sykes Picot bi dawî bûye, em dikarin bêjin ku peymana Sykes Picot hilweşiya. Lê divê alternative ji vê yekê re hebe. Altrnarîf çi ne û kijan hêz dê vê alternatîfê pêk bîne.

Li ser vê mijarê gelek pêşniyar hebûn, jê sererastkirina peymana Sykes Picot û parastina netew dewlet û dirêjkirina temenê wê. Projeyek din heye ev proje ya Osmaniya nûjen ku Tirkiyê îro hewl dide pêk bîne. Ev yekê tê wateya zindîkirina projeyên berê. Lê projeya Osmanî di heman encamên berê bi xwe re bîne, encamên qirkirina gelan e.”

Projeya Ocalan çareseriya herî guncaw e

Sancar destnîşan kir ku pêşniyareke din a çareserkirina krîzê heye, ev proje ya jiyana hevbeş û konfederaliyan demokartîk. Ji gelê Rojhilata Navîn tê xwestin ku vê projeyê ji her aliyên wî û taybetmendiyên wê nîqaş bikin. Ev pêşniyar ango proje ji bo gelê Filistînê jî derbasdar e, ku krîza Filistînê bi rengekî adil ku mafê filistiniyan misogr bike çareser bike.

Erdogan li hemberî projeya aştiyê derdikve

Sancar her wiha bal kişand ser projeya aştiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye û got: “Tirkiyê destpêkê ev proje qebûl kir, lê Erdogan li hemberî wî derketin ji ber ku armancên wê desthikdarî û serokatiya komarê ye. Ne tenê ev xewna Erdogan e. Di heman demê de xewna wî dagirkirina tevahî herêmê ye bi rêya gihiştina Îxwam El-Muslimîn li ser desthildata Sûriyê, Iraq, Misir û hwd. Lê pilanên wî li Misir paşê li Sûriyê têk çûn.”

Sancar di dawiya axaftina xwe de got: “Li hemberî xewnên Erdogan projeyek din a Abdullah Ocalan heye, ev proje, pêkanîna yekitî û demokrasiyê di navbera gelên de. Ocalan ev pêşniyar di parêzaneyên xwe yên di girtîgaha Îmralî de nivisandî tê şîrovekirin. Wekî Partiya Demokratîk a Gelan di dema pêşniyarkirina projeya aştiyê de em ji bo navbêyînkariyê di navbera hikûmeta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê de dixebitîn da ku bighêjin çareseriyeke aştiyane ji bo doza Kurd li Tirkiyê lê serhişkiya Erdogan û hikûmeta wî bû li hemberî projeya aştiyê derketin.”

Piştî dayîna semînerê carek din nîqaş li pêşiya beşdaran hate kirin.

Di nîqaşan de, tekezî li ser girîngiya doza kurdî hate kirin, hate gotin ji bo doza Kurdî eleqedarbûyeke ji hêla gelê Ereb û tevahî cîhanê nîn e, ji ber ku tu kes li dengê mezlûman guhdar nake, tu kes qala komkujiyên li dijî gelê Kurd li bakurê Iraqê dike. Piştî ku Sedam Kiwêt dagirkir hinekî doza Kurdî hat behskirin.

Di nîqaşan de, hate gotin ku li hemberî van krîzan pêwîstî bi hevgirtina gelên herêmê heye, çareserî bi pêkanîna projeya Netewa Demokratîk a Ocalan pêşniyar kiriye pêkan e.

Bi vê yekê rûniştina sêyemîn a kongreyê di roja yekem de bi dawî bû.

ANHA

Back to top button