ManşêtNûçe

Jeff Miley: Rêber Abdullah Ocalan bûye mîlada têkoşîna şoreşgerî

4’ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan e ku weke “vejîna gel” tê nirxandin. Ev dîrok hem ji aliyê gelê Kurd hem jî ji aliyê gelên cîhanê ve wek destpêka efsaneyeke nû tê dîtin.

Rojbûna rêber Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Îmraliyê dîl girtin, ji bo ku berxwedan geştir bibe bi salan e tê pîrozkirin.

Doçentê sosyolojiya siyasetê ya Zanîngeha Cambridge Thomas Jeffrey Miley bi wesîleya rojbûna rêber Abdullah Ocalan ji ANHA’yê re axivî.

SERKEFTINA DÎROKÎ YA RÊBER OCALAN

Jeff Miley silav li rêber Abdullah Ocalan kir ku wek şervanekî azadiyê bi nav dike û diyar kir ku tevî ku li zindanê ye heta li cihê revandina wî anku Naîrobiyê jî ji bo têkoşînên şoreşger bûye îlham û got: “Ji nû ve îfadeya bibandor a rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a rêgeza ‘xwerêvebirinê’ ku tê wateya demokrasiya radîkal a li dijî dewletê, destkeftiyeke dîrokî ye ku deyndarê şoreşgerên li cîhanê ye. Paradîgmaya konfederalizma demokratîk îspat dike ku bi rewşa şoreşgerî ya li rojhilatê Afrîkayê re gelekî pêwendîdar e.”

Miley destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan bûye mîlada têkoşîna şoreşgerî û bi taybetî jî têkoşîna li dijî emperyalîzmê ku li Naîrobî dema bi komployeke navneteweyî hate revandin, xwe nîşan da.

‘BIRYARDARIYA WÎ CESARETÊ DIDE’

Miley diyar kir ku tevgera azadiyê ya Kurd ku ji rêber Abdullah Ocalan îlham girt, di dîroka şoreşê de rûpeleke birûmet nivîsand û destnîşan kir ku şoreşa li Rojava di demekê de ku modernîteya kapîtalîst ketibû nava krîzê ji bo vejandina şoreşgeriyê bûye alîkar.

Miley diyar kir ku biryardariya rêber Ocalan a berxwedanê cesaret da şervanên azadiyê li tevahî cîhanê û got: “Fikrên wî ji bo pergalê pir xeternak in, gefê li pergala gendel dixwin.”

FIKRÊN WÎ BELAV BÛN’

Miley diyar kir ku ev rewş lawaziya dewletên emperyalîst radixe ber çavan û ji ber ku ji fikrên wî ditirsiyan rêber Ocalan li zindanê girtin û berovajî xwestekên emperyalîstan ramanên wî nekarin bên tepisandin û Naîrobî wek mînaka herî şênber a vê yekê nîşan da.

Miley ji bo azadıya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bang kir û got: “Eleqeya navneteweyî ya hevpar a li kampanyaya azadiyê, dê bibe alîkar ku zext li dewleta Tirk bê kirin ku hiqûqa navneteweyî bi cih bîne.”

THOMAS JEFFREY MILEY KÎ YE?

Dr. Thomas Jeffrey Miley, hîndekarê sosyolojiya siyasetê yê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Cambridgeyê ye. Li Zanîngeha California lîsans (1995) û li Zanîngeha Yale (2004) jî master xwend. Li Zanîngeha Wesleyan û Zanîngeha Saint Louis (Madrîd) de mamostetî kir û li Navenda Lêkolînên Siyasî û Destûrê ya Madrîdê xebitî.

Back to top button