ManşêtNûçe

Însiyatîfa Nûn ji bo aşkerekirina rewşa rêbertî daxuyaniyek da

Însiyatîfa Nûn a ji bo Azadiya Abdullah Ocalan der barê aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi taybet piştî erdheja li bajarê Borsa yê Tirkiyeyê çêbûye de daxuyaniyek da.

Însiyatîfê di destpêka daxuyaniya xwe de got der barê kiryarên derqanûnî û dermirovî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên meşandin de cîhan îro di rewşeke krêt de dijî.

Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de hişyarî da û got êdî girtîgeha Îmraliyê ya ku tê de Rêber Abdullah Ocalan ragirtî ye, cihekî pir xeter e, nexasim piştî erdheja dawî ya li nêzî girtîgehê çêbûye.

Însiyatîfa Nûn di daxuyaniya xwe de bang li tevahî gelan kir ku xwepêşandanên xwe zêde bikin û helwestekê nîşan bidin, heta rewşa Rêber Abdullah Ocalan aşkera dibe û li ser tenduristiya wî ewle dibin, her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan bizanin.

Di daxuyaniya xwe de însiyatîfê got daxwaza wan a yekemîn tecrîda derqanûnî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi dawî be û azadiya wî ya fîzîkî pêk bê.

Her wiha bang li CPT′yê kir ku helwesta xwe der barê kiryarên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike aşkera bikin.

Însiyatîfê di dawiyê de got Rêber Abdullah Ocalan jêdera îlhama fikrî û rizgariya tevahî gelên azadîxawz e û daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger be û dê ji bo vê daxwazê her di nava xebatan de bin.

Back to top button