ManşêtNûçe

Mihemed Sefa piştgiriya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Şandeyeke pêngava cîhanê ya ji bo “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li Lubnanê serdana nivîsgeha serokê tora cîhanê ya parastina gelê Filistînê û serokê Navenda Xeyam a perwerdekirina qurbanên îşkenceyê Mihemed Sefa kir.

Di serdanê de, Serokê tora cîhanê ya parastina gelê Filistînê Mihemed Sefa piştgiriya pêngava cîhanî ya bi drûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” kir her wiha piştgirî da azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Em piştgiriya tevahî girtiyên siyasî yên li cîhanê dikin.”

ANHA

Back to top button