ManşêtNûçe

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dikin

Çakaniyan ji Efrîna dagirkirî diyar kirin ku li gundê Rota yê navçeya Mabata cenazeyê jineke ku bi şewatê hatibû qetilkirin, hate dîtin.

Çavkaniyan gotin, jina kuştî hate dîtin, navê wê Zeyneb Ebdo ye, nû ji girtîgehên çeteyan hatibû berdan.

Her wiha destnîşan kirin ku çeteyên “Cebha Şamiya” ya girêdayî dagirkeriya Tirk destdanîbûn ser mala Zeyneb a li navenda bajarê Efrînê û kiribûn baregehek.

Li gorî çavkaniyan, çeteyên dewleta Tirk tevahî endamên malbata Zeyneb Ebdo revandine û çarenûsa wan ne diyar e.

ANHA

Back to top button