ManşêtNûçe

Şêniyên Kobanê hedefgirtina sivîlan şermezar kirin

Duh li bajarê Kobanê bi hezaran şênî derketin meşeke berfireh, bi armanca şermezar kirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û armanckirina sivîlan.

Di meşê de bi sedan ji şêniyan tevlî bûn, li gel partiyên siyasî li Kobanê, meş ji qada Şehîd Azadî destpê kir, heta mala ku hat hedefgirtin li taxa Şehîd Peyman li rojhilatê bajarê Kobanê, di nava berzkirina drûşmeyên ku şehîdan silav dikin.

Hêjayî gotinê, ku dewleta Tirk malek sivîlan armanc kir li Kobanê, di encamê de 3 kes şehîd ketin û 6 birîndar bûn.

Back to top button