Nûçe

Hesekê: 3 endamên Asayîşê û 10 welatiyan jiyana xwe ji dest da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava ragihand ku di êrîşa çeteyan a bi tirimpêleke bombebarkirî li dijî bendeke kontrolê ya bajarê Hesekê 3 endamên Asayîşê û 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Çeteyên DAIŞ’ê li dijî bendeke kontrolê ya hêzên Asayîşê li bajarê Hesekê êrîşeke bi tirimpêleke bombebarkirî pêk anîn. Derbarê teqîna tirimpêlê de Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tirimpêleke bombebarkirî ya çeteyan saet di 13.30’an de li benda kontrolê ya hêzên Asayîşê ya li taxa Xişman a bajarê Hesekê hate teqandin. Di encama teqînê de 3 endamên hêzên Asayîşê û 10 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî welatî birîndar bûne. Her wiha ziyanên madî bi malên welatiyên yên derdorê bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku derbarê detayên berfireh yên vê buyerê de fermandariya hêzên Asayîşê dê di civîneke çapemeniyê de ji raya giştî re ragihîne.

N.R.PYD`ê li Ewropa

Back to top button