NivîskarNûçe

Berxwedana Cizîrê û zarokê Yek Mehî yê piştî Heft Xwîşkan

 
Çavdêriyên Cizîrê:

“Tenê Kurd hesta razana bi miriyên xwe re di malekê de dizanin!”

Qeder çi ye û tişteke çawa ye? Heta ku qedera mirovekî, qedera netewekî wekî xwe dimîne? Gelo ev dibin pirs û eger bibe pirs jî ev yek dikare ji bo Kurda derbasdar be?

Ev çendîn sed sal in ku zarokên Kurdan bi wan çavên xwe yê şîn, kesk, reş wisa raste rast li hundirê çavên mezina diberin û ew hest di çavê tu zarokî de, di tu qirneyê de nehatiye guhertin û her bi heman wateyê neriyê.

Helbestvanekî gotibû; ji ber zimanê Kurda qedexekirîbûye hemû hestên wan di çavên wan de kom bûne.

Dema em qefleyeke nivîskar çûn Cizîra Botan peyva wî helbestvanî min di çavê bavê Said de dît.

Saîdê 19 salî dema ku serê xwe ji ber hewşa deriyê xwe dirêj kiribû bi yek guleyekê hatibû kuştin. Heta şanda me gihişt ber deriyê mala Said me bi dehan çîrokên wekî yê Said goh dar kiribû. Li her malê gotineke bihata gotin, li her dîwarekî fîşekeke ku lê ketibû, li her hewşê şahidiya tirsa mirinê hebû, li ser her kevirî jî bêdengiyek benda wextê xwe mabû.

Ji ber wê dema em gihiştin hewşa mala ku Said heta çend roj berê jî lê dijiya serê me ketibÛ ber me, çavên me şil, dilê me sartir bibû li hem ber jiyanê. Min bi xwe ji her tiştê li kolanên Cizîrê didît pêşî fêdî dikir ku wekî Kurdekî  dimeşiyam û di çavên ‘wan’ de dibe ku wekî ‘tûrîstekî’ dihatim dîtin.

Qet nebe ez di wê derûniyê de bûm. Gund û bajarê ez lê mezin bibûm ji Cizîrê ne dûr bû lê çi bikim dema Said hatibû kuştin ez ne li wir bûm, ew jî ne li cihê min…

Qey ev jî ‘qedera’ Said bû!

Pîrka Said dipeyivî, bêsekn, bênavber.  Nasnava Said ku belkî ji şûna wî ji çend tişta tenê ew ma bû hema di destê pîrka wî de bû digot; Ma Saîdê min çi kiribû ji we?

Ma çi nekiribû!

Berî her tiştî Kurd bû!

Du roja Said di hewşê de mabû, meytê wî wisa li wê ortê!

Pîrka Said dixwest diya Said bipeyive û ji wê welê ku ew bipeyive –ew em kesên li wir- wê hewara wê bigihînin dinyayê, dinyaya ku dema mijar dibû Kurd kerr û lal dibûn.

Dixwest cihê ku zilm lê tê kirin her kes bibihîze û bizanibe çi hatiye serê wan.

Bavê wî bala min kişand û qet nepeyivî, diyar bû wê demeke dirêj nepeyiviya jî. Çavên wî tenê li valahiyekê dinerî û wekî dixwest fêm bike piştî deh rojan ku nikarîbû ji hewşa xwe jî derkeve ji derve çawa bibû ku di sibehekê de ew qas mirov bi carekê re hatibûn cihê ku Said lê hatibû kuştin.

Çavên wî jî gelek tişt digot û diyar bû wî jî bi Tirkî nizanîbû!

Min yek peyv nekir tenê min li çavê wî nerî û ji hewşa ku Said lê hatibû kuştin derketim. Tenê ferek pêlav li ber çavê min ketibû li ser dîwarê mitbexê gava derketim. Min xwest herim hundir lê ew qas bêhna xizaniyê ji hundir dihat ku nebû derbasî hundir bibim. Kurd ji berê de milleteke esîl in û hemû kirinên desthilatdaran jî nekaribûye ji wê esîlbûna wan tiştekî bide wenda kirin.

Min jî nexwest ji ber xizaniya xwe fedî bikin û yekser derketim derve.

Li Cizîra Celadet Bedirxan surguniya sed sal berê jî têr nekir ji bo dagirkeran û kirin û bi kuştinên salên 90 î jî negihiştin encamên xwe yê ku xeyal dikirin.

Xeyalê wan ji serhildana Agirî û vir ve binax nebû, her çiqas li ser tirbên qehremanên Kurdan yê wê demê nivîsandibûn; Kurdistana xeyalî li vir hatiye veşartin!

Lê heman tişt dubare dibe mixabin. Wê were bîra me hemûyan, di pîroz kirina newrozeke salên 90 î de hin sivîl ji aliyê polîsan ve tên dorpeç kirin û wan bi zorê li erebeya xwe sar dikin û paşre hatibûn kuştin. Îroj jî heman tişt li Cizîrê dibe. Zarokek 14 salî dimeşe, erebeya polîsan tê li ber disekine, ji erebeya xwe dadikevin, wî lê sar dikin û ya dinî rojê laşê wî li ser sergoyekî dibînin ku bi guleyekê hatiye kuştin. Çi guheriye di jiyana Kurdan de piştî vî dimenî ku hemû dinyayê bi çavê serê xwe dît. Çend hefte berê dema leşkereke Îsraîlî xwest zarokekî Filistînî binçav bike di serî de çapemeniya Tirkiyê bi rojan behsa zulma ser serê wî zarokê Filîstînî kir lê yek nÛçe tevî wê videoya binçav kirina wî zarokê Kurd nedan weşanê.

Li Cizîrê zarokekî yek mehî ji ber ku nikarîbû wî bibin nexweşxaneyê mir. Wî dibêjim ji ber piştî hef xwûşka ew hatibû dinê û şêrînê mala xwe bû. Di çend roja de wî hilandin!

Kalikên heftê salî hatin kuştin li kolanên Cizîrê. Xuyabû qêmîşê zarokê xwe nekirine û ji bo hin hewcedariyên malên xwe wan mirina xwe xistiye çavên xwe û derketibûn.

Hemû trafo hatibûn teqandin û diyar bû di vê havînê de yek ji rêbazên cezekirinê jî ev bû.

Hemû mirî di malên xwe de mabûn, ya destê wan ji malên wan nedibû û yan jî yên malên nedixwestin wan veşerin!

Herî pir wê Kurd zanibin bê bi miriyên xwe re di malekê de razan tişteke çawa ye?

Keçika 13 salî Cemile li ber deriyê xwe dema dilîze ew jî bi yek derbê ji aliyê polîsan tê kuştin wekî Said. Diya wê ji bo ku têxe orta çavê me di wêneyan de birîna qîza xwe pêş me dikir!

Cemile jî xistibûn sarincoka malê ji bo laşê wê xera nebe. Nedihiştin ne mirî û ne jî zindî ji mala derbikevin van ‘seg(ba)vanan’.

Ev jî ‘qedera’ Cemile bû, beriya wê Ceylan jî bi destê van çibû, Uğur jî…

Li Cizîra wargeha Mem û Zîn dîsa şîn hebû. Zîn hema dimirin, dihatin kuştin. Rîvayet ew e ku ew roja Zîn xwe dikuje hemû jinên Cizîrê ji bo şîna wê bijîn reş li xwe dikin û hîn jî jinên li Cizîrê ji hemû jinên Kurdistanê cudatir, reşên xwe li xwe dikin, wekî ‘qedera’ xwe.

Piştî dagirkeriya bi salan jiyaneke normal li Cizîrê tişteke çawa bûye nizanim lê di van demên dirêj de navê jiyanê li Cizîrê berxwedane, azadiye, pêşengiye.

Deh rojan Cizîr bê nan û bê av hiştin. Ew têr nekir yê serê xwe ji malê xwe dirêj kir hatin kuştin, çi zarokê 13 salî û çi jî kalê 70 salî.

Di deh rojan de 23 kes kuştin.

Bi dehan birîndar hîn jî di mala de ne.

Xaniyê wan hemû hatine xera kirin.

Kew jî dikuştin!

Hemû kewên zarokan hatibû kuştin, wekî dizanin ku ew remza aşitiyê ye û çavê wan li wê jî bar nedibû!

Cizîra Botan careke din kuştin lê dîsa, careke din dewlet  li hem ber gel têkçû.

Lê mixabin îroj wa ye dîsa biryara qedexekirina derketina kolana dane, dema ez vê nivîsê dinivîsim.

Xuyaye wê Said û Cemileyê din jî bikujin!

Û eger mabin çend kew di hêlinên xwe de wê hêlînan wan jî di ser serê wan de xera bikin.

Şerê we ‘pîroz’ be efendîno!

Emê deng bidin dayika ciwan ku bi Said re cîrantî kiribû ku deriyê wan li gel hev bû û bi hewara di dilê xwe de tije kiribû diqêriya û digot; em axê jî bixwin emê serî li hem ber dijmin netewînin.

Berxwedana te jî pîroz be!

 

PEN A KURD                                                       KOMELEYA NIVîSKARÊN KURD

J. M

Back to top button