ÇalakîCivakManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Hêrsa gel artêşa dagirkera Tirk neçarî vekişînê kir

EFRÎN – Şêniyên Kantona Efrînê li hember dagirkeriya Tirk li ser sînorê gundê Şengîle yê girêdayî navçeya Raco rawestiyan, hêrsa xwe nîşan dan û artêşa dagirker neçarî vekişînê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker îro di saetên nîvro de alavên kolandinê li ser sînor li hember gundê Şegîle bi cih kirin, da xendeqan bikole û dîwarê şermê ava bike. Artêşa dagirker 500 metre erdên şêniyên gund dagir kir.

Li hember vê yekê bi sedan şêniyên navçeyên Raco û Bilbilê berê bi sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ve herikîn û hêrasa xwe nîşan dan. Şêniyan bi dirûşmeyan xwestin ku artêşa dagirker tevî alavên xwe ji erdên wan derkevin. Di encamê artêşa dagirker neçar ma tevî alavên xwe, paşve vekişe.

Şênî piştî wê bi çend saetan li ser sînor man, da artêşa dagirker venegere. Piştre vegeriyan gundên xwe.

Êrîş û destwerdanên dewleta Tirk ên li ser sînorê Rojava û Bakurê Sûriyê didomin, li civaka navneteweyî bêdenge.

E

(mm)

Back to top button