CivakWêneXweserî

Hingivê navdar ji dara Enabê ye

EFRÎN- Li deştên Kantona Efrînê, darên Enabê pir in. Ev dar bi kulîlkên xwe ku berhemên baş hingiv jê çêdibe, tê naskirin û meqeda xwedîkirina mêşên hingivin e. Dara Enabê dengeya ekolojîk diparêze.EFRIN-RECO-GIRINGIYA-KELMA-ENABE

Her sal di vê demê de, bi sedan kesên mêşên hingiv xwedî dikin berî didin deştên navçeya Raco da ku xwarina tekane ya mêşên hingiv peya bikin. Xwarina wan jî kulîlkên darên enabê ne. Ev dar mêşên hingiv ji tunekirinê diparêze.

Dara Enabê li deştên Sorkê û Şadiya yên girêdayî navçeya Racoyê belav dibe. Darên Enabê di atmosfêreke germ de çêdibe, germahiya dijwar û tîbûna bi dehên salan jî tehemûl dike û qirêjê dikişîne. Li ser vê yekê bi navê ‘Geşteya Sehra‘ tê naskirin.

Di buharê de, kulîlkên vê darê geş dibin û di meha tebaxê de dibe fêkî. Enba bi tama xwe ya şirîn tê naskirin, ji sewalan re dibe êm û ji kulîlkên wê cureyê herî baş ê hingiv çêdibe.EFRIN-RECO-GIRINGIYA-KELMA-ENABE ‫(1)‬

Di meha buharî de, dema kulîlkên darên enabê geş dibin, ji Kantona Efrînê û herêmên Şehbayê, kesên ku mêşên hingiv xwedî dikin, diçin deştên Sorkê û Şediyan ên girêdayî navçeya Raco ku bi sedan doniman darên enab lê hene û qendîlên hingiv li wir du mehan dihêlin û rojane serî lê didin.

Kîmîreya ajansa me li gel komîteya Berhemênê Sewalan gereke li deştan pêk anî û nirînên kesên mêşên hingiv xwedî dikin girtin.

Youssef Ben Ali Oluyemi

Yûsif Elîmî Omardo ji navçeya Şera ye, ev 30 sal in mêşên hingiv xwedî dikin, girîngiya parastina darên enabê destnîşan kir û anî ziman ku ji herêmên din ên Sûriya wekî Hema, Şam û Laziqiyê têne vir û mêşên hingiv xwedî dikin.

Nazmî Mohamed

 

Welatiyê bi navê Nexmî Mihemed ji gundê Coqa yê navçeya Mabata ye, ji beriya 20 salan mêşên hingiv xwedî dike, her sal diçe gundê Sorkê da ku cureyê herî baş ên hingiv peyda bike.

Zeyneb Ereb ji gundê Sorkê ye ji 15 salan ve mêşên hingiv xwedî dike, çavdêriya jiyana ji bi xwedîkirina mêşên hingiv bi cih tîne. Zeyneb hingiv li bazaran difiroşe.

Zeyneb Ereb

 

Endamê Komîteya Berhemên Siwalan a Navçeya Raco, Hisên Bekir anî ziman ku di her sal, bi taybet dema mûsimê geşbûna kulîlkên darên enabê, ew dewriyetên

Husên Bekir

xwe zêde dikin û kesên mêşên hingiv xwedî dikin hişyar dikin da ku xeliyên wan dûrî herêmên niştecîbûnê deynin û avê ji mêşên hingiv re peyda bidin, rûxsetê didin xwediyên wan û alîkariya wan dikin.

Bekir destnîşan kir ku hejmara xeliyên hingiv ên îsal ji ber dijwariya zivistanî ji 10 hezarî daket 3 hezaran û tekez kir ku ew ê darên enabê ji jêkirin bi parêzin ji ber girîngiya wan ji bo çêkirina hingiv û ekolojiyayê.

J: A. Hawar (bb)

 

EFRIN-RECO-GIRINGIYA-KELMA-ENABE ‫(145949185)‬ ‫‬ EFRIN-RECO-GIRINGIYA-KELMA-ENABE ‫(1)‬ ‫‬ EFRIN-RECO-GIRINGIYA-KELMA-ENABE ‫(145949186)‬ ‫‬

Back to top button