ManşêtNûçe

” herêma ewle ” divê li gorî yasayên navdewletî be

Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mhemûd got, ji bo avakirina herêma ewle pêwîste aliyek sêyemîn hebe, ew jî NY`î ye  ku çavdêriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û rê li ber zêdegaviyên Tirkiyê bigire.

Berdevkê fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd  di panela ku li navenda Çand û Hunerê ya  Baqî Xido ya bajarê Kobanê hate lidarxistin mijara herêma ewle ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê behskirin  nixand û destnîşan kir, “li gorî qanûnên navdewletî girêdayî herêmê divê aliyek sêyemîn hebe ew jî NY`yê ye. Mîna ku li Silovakya, Kosovo û Kêwêtê pêk hatiye”.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku yên Efrînê û herêmên Bakurê Sûriyê dagir kirine û komkujî pêk anîne, nabe ku herêma ewle biparêzin. Di vir de Nûrî Mehmûd îşaret bi dewleta Tirk kir.

Nûrî Mehmûd destnîşan kir ku Rûsya bi rêya propogendeya rêkeftina Edeneyê hewl dide şerek di navbera endamên NATO`yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yanî di navbera Tirkiyê û Hêzên Koalîsyona Navdewletî derbixe. Nûrî Mehmûd wiha domand: “Rêkeftina Edene beriya aloziya Sûriyê hate mohrkirin, wê demê destûra Sûriyê destûrek baasî bû û nêrîna pêkhateyên wê nehatibû girtin. Yanî di bingeh de ev rêkeftin ne rewa ye. Rewşa heyî jî ji rewşa salên ku rêkeftin hatiye mohrkirin cuda ye.”

Back to top button