ManşêtNûçe

Heda Hezam: Banga domandina xeta têkoşînê li hemberî planên dewleta Tirk li jinên Kurd kir

Seroka Meclisa Rêveberiya Rojnameya El-Fecir a Cezaîrê nivîskar û şîrovekara siyasî Heda Hezam banga domandina xeta têkoşînê li hemberî planên dewleta Tirk li jinên Kurd kir. Her wiha Heda destnîşan kir ku planên Tirkiyê tenê li Sûriyê an Lîbyayê sînordar namînin.

Hede Hezam wiha diyar kir ku dewleta Tirk ne cara yekemîne jinên Sûriyê hedef digre, bi taybet jinên Kurd dike hedef. Hede wiha bi bîr anî ku di Cotmeha sala borî de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevîn Xelef kirin hedef.

Sedema hedefkirina jinan ji her kesî re eşkere ye, jinên Sûriyê bi giştî û yên Kurd bi taybet wêrekiya xwe li hemberî milîsên Eredogan ên li Sûriyê nîşandan û ji bo parastina rûmet û xaka xwe li dijî DAIŞ sekinin, jin şehîd bûn û bûne sembola berxwedana Kurd a li dijî artêşa Tirk, beriya çend rojan jî endamên Kongreya Star “Tovên Rêxistinbûyîna Jinê” a ku bi karûbarên jinên Kurd re eleqedar dibe kirin hedef û 3 çalakvanên jin qetil kirin.

Hede got: Jinên Kurd têne hedefkirin Ji ber ku bi lehengiya xwe li hemberî artêşa Tirk û komên cekdar ên girêdayî wî bûne mînak li Sûriyê. Çîroka şehîda Kurd Barîn Kobanê ya ku leşkerên Tirk ew dîlgirtin, êşkencekirine û berî du salan li bajarê Efrînê qetil kirine hovîtiya hebûna Tirk li Sûriyê bi taybet li herêmên Kurdan eşkere dike.

Hede wiha diyar kir: Jinên Sûriyê û jinên Kurd xwe mecbûrî şerê DAIŞ û hevkarên wê Tirkiyê dîtin. Ji ber ku jin bibûn hedefa DAIŞ û bi navê cîhada nîkahê dihatin kolekirin, DAIŞ’ê civak neçar kir ku nêrîna xwe ya li jinê biguhere. Lewra divê  jin têkoşîna xwe ya li hemberî nêrîna neyînî ya civakî dewam bike. Jinê çek rakir, bi lehengî şer kir û berdêl dan. Divê rêxistinên jinan, cîhanê û navnetewî destekê bibin têkoşîna jinên Sûriyê. Her wiha destekê bidin jinên Êzidî yên li Iraqê û hemû jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê hatin kolekirin, li bazaran hatin firotin û yên ku hewl da berxwedanê bikin, hatin kuştin.

Di dawiya axaftinên xwe de Hede got: Divê dewletên erebî û îslamî li hember hêviyên Erdogan ên berfirehbûnê bisekinin û destekê bidin helwesta Misir û Sûriyê. Ji ber ku planên Erdogan li Sûriyê an Lîbyayê sînordar namînin.

ANHA

Back to top button