ManşêtNûçe

Africa Intelligence xebata rastîn ya kampaniya SADAT eşkere dike

Di raporeke de ku ji hêla Malpera ”Africa Intelligence” a Fransî hatiye belav kirin, li ser rastiya çalakiyên ku kompaniya ”SADAT” a leşkerî ya Tirk ” pê radibe û peymana di navbera wê û kompaniya ewlekarî ya Lîbî hatiye îmze kirin.

Di bin navê ” Kompaniya SADAT a leşkerî ya Tirk de, koalîsyona Erdogan-Serac vedugherîne derfeteke kar” hate eşkere kirin ku kampanî di bin çavdêriya formasyonên ewlehiya netewî yên Tirkiyê de ne, û kompanî kar dike da ku çeteyên Wîfaqê rahênan û perwerde bike. Her wiha koalîsyona Erdogan-Serac vedugherîne derfeteke kar.

Malperê destnîşan kir ku kompaniya ”SADAT” a leşkerî ya Tirk bi mehan de hewil di da ku peymanên perwerdehiya leşkerî bistîne di dema mudaxeleya berfireh ya Tirkiyê di Lîbîyayê de.

Her wiha li gorî peymana Erdogan-Serac, kompaniya ”SADAT” a leşkerî ya Tirk dikare çeteyên Sûrî yên li eniyên Terablusê ku Tirkiyê ew ji bo şer veguhestibûn Lîbyayê, perwerde bike.

Back to top button