ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

HBDH: Parastina Rojava xwedîderketina li Şoreşa Cotmehê ye

Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ji ber salvegera Şoreşa Cotmehê daxuyaniyeke niviskî da.

HBDH’yê di daxuyaniyê de Monarşiya Çarlikê û dewleta Tirk da ber hev û got, ”Dewleta Tirk a faşîst a dagirker, mêtinger ku ji bo gelên herêmê gefa herî mezin e, pergaleke zext û zordariyê ava kiriye ku ne kêmî ya rojên Monarşiya Çarlikê ya dema Şoreşa Cotmehê ye. Di serî de gelê Kurd, Laz, Çerkez, Eeb û civakên ji netewên din bi dewleta zilmê ya ku kiriye girtîgeh rê ve dibe. Lê ew jî tam weke efendiyên xwe emperyalîstan, li gel ku hemû zext û zordariyan nikarin asteng bikin ku têkoşîna çewisandiyan, bêriya li cîhaneke wekhev û bi xwîşk û biratî, agirê azadiyê yê Kurdistanê li Rojhilata Navîn berbelav bibe.”

‘ALA LI ROJAVA BELAV DIBE’

HBDH’yê bi berdewamî wiha got, ”Niha jî ala ku ji Şoreşa Cotmehê hatî girtin li Şoreşa Rojava li ba dibe. Bêrîkirina li cîhaneke azad, wekhev, bêsînor û bêçîn a xewnerojka Şoreşa Cotmhê li gel hemû êrîş û hewldanên fetisandinê jî li Rojava tê jiyandin.

Niha jî peywira bi pêş de birina şoreşa nîvco mayî li ser milê Rojava ye. Weke hewcehiyeke pêgirîbûna li bîranînên şehîdan û xewnerojkên wan, ku ji bo rûmet, azadî û wekheviyê nemir bûne, ji bo cîhaneke bêsînor û bêçîn xwedîderketina li vê peyvirê li ber Şoreşa Rojava ye.’

‘EM XWEDÎ LI ŞOREŞA COTMEHÊ DERDIKEVIN’

HBDH’yê herî dawî got, ”Li dijî emperyalîst, mêtinger, dagirkeran, em mewziya serkeftî Şoreşa Rojava diparêzin, em bawer dikin ku geşkirina wê, parastina wê û anîna wê ya li siberojê tê maneya xwedîderketina li mîrateya Şoreşa Cotmehê ye.”

Back to top button