ManşêtNûçe

Bayik: Divê (KNK) bang li milyonan bike

Desteya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) cara 18’an bi tevlêbûna 300 delege û mêvanan li Hollandayê civiya.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê û Endamê KNK’ê Cemîl Bayik peyameke nivîskî şande ji desteyê re ku gelek partiyên siyasî yên Kurdistanî û sazî û dezgeh lê hazir bûn. Bayik got li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan fersendên mezin ava bûne.

 Beşek ji peyamê

Bayik got, ”Îro li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan fersendên mezin ava bûne. Lê ku ev mayinde nebin wê windahiyên vê giran bin. Ji bo vê jî li çar parçeyan Kurd divê ya xwe bikin yek. KNK li ser vê mijarê divê dakeve nav hemû beşên civakê û li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat lez bide xebatan.”

Di peyama xwe de Hevserokê KCK’ê gotiye:”ji ber sedema bi rengê şer xwenîşandana krîzê ya li Rojhilata Navîn jî got, ”Sedema pêşîn ew e ku arîşeyên li Rojhilata Navîn pir giran in” û li ser sedema duyan jî got, ”Di avakirina pergala cîhanî de cografyaya Rojhilata Navîn bi risteke navendî radibe.”

Her wiha Bayik di peyama xwe de bi berdewamî got:” di encama nakokî û şerê berdest de ya li Rojhilata Navîn wê pergaleke nû ya cîhanî ava bibe, şerê niha wê hem rengê pergalê û hem jî naveroka wê diyar bike. Bayik diyar li ser karakterê şerê li Rojhilata Navîn got, ”Niha şerê li Rojhilata Navîn ku bi rengê Şerê Cîhanê yê 3’yan tê binavkirin, bi vî karakterî didome. Pergala cîhanê û Rojhilata Navîn a piştî şerê cîhanê yê 1’ê hatî avakirin li ser înkara Kurdan û Kurdistanê ava bû.”

Li ser rewşa Kurdan a bi avakirina vê pergalê û polîtîkayên hêzên hegemon ên derbarê Kurdan  Bayik wiha pê de çû: ”100 salekê Kurdan xirabaiya vê pergalê dît. Bayik bi berdewamî got, ”Kurd divê hay ji vê rastiya dîrokî hebin û li gor vê têbikoşin. Heke Kurd van polîtîkayên dewletên mêtinger û hêzên navnetewî ku dixwazin li herêmê bibin hegemon baş fêhm bikin û li gor vê rewşa xwe baş binirxînin, di pergala nû ya cîhanê û Rojhilata Navîn de dikarin bibin xwedî statû û rewşeke nû. Heke vê nikaribin binirxînin encamên vê wê pir giran bin.”

Bayik bi berdewamî got, ‘Beriya her tiştî divê  Kurd hay ji hêza xwe hebin û divê bi xwe bawer bin. Ji ber ku Kurd bi têkoşîa xwe ya 100 salî statûkoya Rojhilata Navîn derizandine.

Bayik tekez kir  ku HETA REJÎMÊN TIRKIYÊ û îranê neguherin demokratîkbûn nabe’

Bayik bi berdewamî bal kişande ser rewşa parçebûnê ya Kurdan, got:( “divê kurd yekîtiya xwe ya navxwe pêk bînin

“knk divê xwe bera nav civakê bide”

“divê knk xwe bigihîne bi milyonan”)

Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik herî dawî got, ”Yekîtiya Netewî jî sedema damezirîn û hebûna KNK’ê ye.

Back to top button