LêkolînManşêtNûçe

Parka Abdullah Ocelan xwedî nirxekî pîroze

Bi baweriya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şervanên YPG/YPJ’ê ku hindek jê şehîd bûne, parka bi navê Parka Abdullah Ocalan di sala 2015’an de ava kir. Heta niha ev park bîranînên wan di nava xwe dihewîne û bûye şahidê berxwedana wan. Park veguheriye cihekî xwedî nirxekî manewî li gel şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê.

Park li beşa El-Şiqeyif an jî gundê Pino hatiye avakirin. Bi navê Parka Apo tê naskirin. Park di 4’ê Nîsanê de bi wesîleya Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê şervanan ve hate vekirin.
Şervanên ji her du pêkhateyên Ereb û Kurd li ser erdekî bûr ev park ava kir. Destpêkê erd hate paqijkirin, paşê derdora wê hate girtin. Hindek cih bi şînkahiyê hatin çandin û çira lê hatin pêxistin.

Rûberê parkê 7 hezar m2 . Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e dar lê tên çandin. A ku bala mirov dikişîne, şênî navên şehîdên berxwedana taxê li darên ku diçînin dikin.

Wêneyên Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê û pankartên ku bi her du zimanên erebî û kurdî nivîs lê hatine nivîsandin hatine daliqandin. Park ji hêla şehîd Fîras, Çiya, Hêder û Hesen Milîs ve hatiye avakirin.

Odeya bîranînên şehîdan û odeya pirtûkên Ocalan

Ji bo bîranîna şehîdên ku rolek di avakirina parkê de lîstine, şêniyan odeyek di parkê de ji bo pêşkêşkirina bîranîn û tiştên wan ên kesayetî wekî cil, wêne û lênûskên wan diyar kirin.

Her wiha odayeke din wek pirtûkxane veqetandin. Di nav de pirtûk û parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi her du zimanên erebî û kurdî wekî Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk, Rastiya Rêbertiyê, Girîngiya Perwerdeyê, Dîroka Kurdistanê, Dîroka Jin, Danûstandin û gelek pirtûkên din wekî dosyayên Tirkiyeyê hene.

Ji bo bîranîna şehîd Çekdar ku hezkiriyê kevok bû û li eniyeke şer a taxê xwedî dikirin, ji nav parkê beşek ji bo xwedîkirina kevokan ji aliyê şervanan ve hate diyarkirin.

Têkildarî mijarê fermandarekî Yekîneyên Parastina Gel ê Helebê Kawa Bîlal wiha got: “Ji bo bîranîna hevalên xwe û ji ber ku em bi fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad ji bingeha Neteweya Demokratîk û biratiya gelan bawer in, me ev park ava kir.”

Kawa destnîşan kir ku park li gel şêniyên taxê û şervanan veguheriye cihekî xwedî nirxekî manewî.

ANHA

Back to top button