ManşêtNûçe

Guhertina demografîk bi bicihkirina çeteyan li Serêkaniyê didome

Ji 9’ê Cotmeha sala borî heya niha êrîşên dewleta Tirk a dagirker li gel qaşo agirbest û lihevkirinan jî hîna berdewam dike. Ji ber êrîşên dagirkeriyê yên li ser bajarê Serêkaniyê, bi hezaran şêniyên resen ji malên xwe neçarî koçberiyê bûn, niha jî di malên wan de malbatên çeteyan têne bicihkirin. Li bajar bi ser dagirkerî û komkujiyê de, wekî ku li Efrînê pêk anîn, niha jî li Serêkaniyê û Girê Spî dewleta Tirk roj bi roj demografiyê li ber çavên cîhanê diguherîne.  Di bajar de malbatên çeteyan têne bicihkirin.

Dewleta Tirk bi bikaranîna komên çeteyên xwe guhertina demografiyê li herêmên dagirkirî pêk tîne.  Malbatên çeteyên ji Idlib, Hema, Humus, Cerablus, Bab, Ezaz û Gutayê derbasî herêmên di bin dagirkeriya xwe de dikin.

Li gorî çavkaniyên herêmî ragihandiye, hezar û 500 malbatên çeteyên Sultan Mûrad û Lîwa El-Şam ji Ceylanpinarê anîn û duh li Serêkaniyê bi cih kirin. Ev malbatên çeteyan li taxên Serêkaniyê yên Xerabat û Hewarna bi cih kirin. Piştî bicihkirina malbatên çeteyan jî çeteyan gule barandin.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku çeteyên ku li Serêkaniyê, li Ceylanpinarê ji aliyê leşkerên dewleta Tirk ve tên perwerdekirin û paşê bi malbatên wan re dişînin Serêkaniyê.

ANHA

Back to top button