ManşêtNûçe

Ehmed Xoce: Dewleta Tirk bi awayekî yekser berpirsê kuştina gelê Lîbî ye

Dewleta Tirk a dagirker faliyetên dagirkeriyê didomîne. Bi gelek hincetan piştgiriya komên çete dike da ku ajandeyên xwe pêk bîne. Ji dagirkirina hinek herêmên Sûriyê bigire, avakirina bargehên xwe li Iraqê heya bigihêje vekolandina di Deryaya Spî de, piştgiriya komên tundrew li Lîbyayê, şandina çeteyên Sûriyê ji Lîbyayê re û heta pêkanîna komkujiyan li ser gelê Lîbî.

Endamê Desteya Îdarî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Ehmed Xoca armancên rastîn ên siyasetên Tirkiyê û bandorên wê yên yekser li ser gelên herêmê eşkere kirin.

Di destpêkê de Xoce got: “Yê ku dixwaze siyaseta dewleta Tirk bizanibe pêwîstiya wî bi delîlan tune ye. Ji ber ku dewleta Tirk bi dîroka xwe ya xwîndar tê naskirin. Ji hemleyên qirkirin nejadî, koçberkirin û zulmê. Siyaseta dewleta Tirk, mafê tu kesî din qebûl nake. Ji serdemên navîn ve û heya roja me ya îro bi vê siyasetê tê naskirin. Dewleta Tirk bi siyaseta xwe armanc dike gelên Rojhilata Navîn bi rêya ola islamê kontrol bike.”

Xoca wiha domand: “Hikumetên ku siyaseta Tirkiyê ya derve bi rêve birine, li ser hesabê kuştina gelên herêmê ji Kurd, Ereb, Ermen û gelek pêkhateyên Rojhilata Navîn mezin bûne.”

Xoca diyar kir ku Tirkiye Sûriyê weke dewletek serbixwe nabîne û wiha pê de çû: “Ew dibîne ku ji mafê wê ye axa Sûriyê dagir  bike û xêrûbereketa gelê Sûriyê talan bike. Dewleta Tirk aloziya Sûriyê bikar anî û pêkhateyên ji hêla hikumeta Sûriyê ve hatine çewisandin aktîv kirin û li ser ritma taîfî lîst. Tirkiye amadekariya van koman dikir, lê li benda kêliya guncew bû da ku rê li pêşiya wan veke. Rejîma Sûriyê jî şirîkê avakirina van koman e. Ji ber zordestiya ku bi rêya saziyên xwe yên emnî û istixbaratî pêk aniye.”

Her wiha Xoca destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya komên tundrew alozî li Sûriyê belav kir. Xoca got: “Bi rêya van çeteyan şer gur kir û herêm wêran kirin. Armanca belavkirina aloziyê jî dagirkirina herêmê bû. Dewleta Tirk karî vê armanca xwe pêk bîne.”

Xoce îşaret bi dîroka Tirkiyê ya xwîndar kir û got: “Li gorî Tirkiyê nalên hespên Osmaniyan gihaştin her derê. Hikumeta Tirkiyê ya niha hewl dide desthilatdariya Osmaniyan vegerîne. Her wiha dilebite da ku Mîsaqa Millî ji bo ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi berhemên binerd û çandiniyê zengîn in kontrol bike. Tirkiye, bi vî şêwazî ne tenê li Sûriyê, timayên wê digihêjin Yemenê li Cezîre El-Erebiye, Merakiş li El-Mexrêb El-Erebî û tevahiya dewletên ku pêşiyên wê yên Osmaniyan dagir kiribûn.”

Girêdayî vê  mijarê Xoce got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve li Heleb, Hims û Xotayê li gel derketina basên kes, niyatên Tirkiyê diyar bûn. Tirkiyê bi rêya lihevkirina bi rejîma Sûriyê re guhertina demografîk ji herêmên Sûriyê re pêk anî. Ev derfet bi rêya lihevkirinên siyasî bi rejîmê re bi navbeynkariya Rûsya û Îranê li Soçî û Astanayê ji aliyekê ve û bi rêya dagirkirina beşan ji axa Sûriyê mîna Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê, Bab, Ezaz û Cerablusê ji aliyekî din ve ji Tirkiyê re çêbû.”

Xoce diyar kir ku Tirkiye niha hewl dide sûd ji aloziya Sûriyê bigire û herêmên bi berhemên binerd zengîn in kontrol bike da ku aloziya xwe ya aborî ya hundirîn derbas bike.

Girêdayî nakokiya Lîbyayê û şandina Tirkiyê çeteyên sûrî ji Lîbyayê re Xoce got: “Dewleta Tirk bi awayekî fermî li ber çavên cîhanê çeteyên tundrew bi rêya balafirgeha xwe ya sivîl şand Lîbyayê. Tirkiyê bi vê yekê armanc dike gelê Lîbî neçar bike ji bo ku bikevin bin xizmeta ajandeyên wê mîna ku li hejmarek dewletên bakurê Afrîayê dike. Dewleta Tirk nakokiya di navbera Hafter û El-Serac de bi kar tîne da ku bigihêje bakurê Afrîkayê û komên tundrew mîna “Boko Heram” û komên din. Bi taybet piştî derketina DAIŞ`ê di demek berê de li wan herêman.”

Xoca di dawiya axaftina xwe de got: “Êdî Tirkiye bi awayekî eşkere bi rêya çeteyên xwe zextê li dewletên bakurê Arîkayê dike. Dê ev nakokî bibe sedema qetilkirina gelê Lîbî. Berdewamkirina nakokiyê xizmeta ajandeyên Tirkiyê dike. Ew ajande bi awayekî yekser berpirsên kuştin, qirkirina gelê Lîbî ne û sedema nelihevkirina aliyên nakokiyê ne.”

ANHA

Back to top button