ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn
Gireva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 153’yan didome
Hevseroka Kongireya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 153 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike. Leyla Guven di Zindana Amedê de dest bi çalakiya xwe kiribû û piştî ku hate tehliyekirin, di mala xwe de çalakiya xwe berdewam dike.
Endamê meclisa partiyê ya HDP’ê Nasir Yagiz li Hewlêrê çalakiya xwe di roja 140’emîn de didomîne.