ÇalakîManşêtNûçe

Li Brîtanyayê rojbûna Rêber Ocalan hat pîrozkirin

Duh êvarê li bajarê Lidz yê Brîtanyayê bi pêşengiya PJAK’ê rojbûna Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û salvegera damezrandina PJAK’ê hate pîroz kirin. Di merasîma pîrozbahiyê de gelek Kurd, xelkê bajêr û nûnerên aliyên siyasî yên Kurdistanê amade bûn.

Di merasîma pîrozbahiyê de li ser navê PJAK’ê Emîr Babekir, li ser navê PYD’ê jî Ehmed Kobanê, ser navê KODAR’ê Ferheng Mahabad û li ser navê Tevgera Goran Hîwa Ehmed axivîn. Di axaftinan de behsa reşwa îro ya herêm û cîhanê hate kirin. Herwiha nûnerên partiyan balkêşan ser tecrîda giran kirî a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Di axaftinan de çalakiyên li dijî tecrîdê bilind hatin nirxandin.

Merasîma pîrozbahiyê bi stran û gerandina govendê bi dawî bû.

ANF

Back to top button