ManşêtNûçe

Gerînendetiya Şûnwaran: Artêşa Tirk girên dîrokî dikole û talan dike

Ji dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê Efrînê dagir kiriye, şûnwar û girên dîrokî dikolin û berhemên wan ên dîrokî didizin.

Li gorî agahiyên ku ji Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê ragihandine, di 14`ê Tîrmeha 2019`an de wêneyên ji hewa ve hatine kişandin, bi dest xistin. Di van wêneyan de asta wêraniya ku artêşa Tirk a dagirker bi girekî dîrokî li gundê Basûta yê Efrînê pêk aniye, xuya dibe.

Gerînendetiya Şûnwaran destnîşan kir ku wêne eşkere dikin ku gir bi alavên giran bi awayekî fireh tê kolandin. Rûbera ku hatiye kolandin digihêje 4 hezar metre çargoşeyan. Her wiha dagirkeran rêyek ji bo derbasbûna alavan li aliyê başûrê rojavayê gir ava kiriye.

Gerînendetiyê piştrast kir ku wan wêneyên rastiya li ser erdê bêtir diyar dikin bi dest xistine û tê de asta wêraniya ku hatiye kirin xuya dibe.

ANHA

Back to top button