ManşêtNûçe

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê têkildarî sûcên çeteyan bang kir

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê-Sûriyê, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bal kişand ser zêdebûna sûcên çeteyan li dijî sivîlên Efrînê, her wiha bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî yên cîhanê kir da ku erka xwe ya exlaqî û qanûnî li hemberî sûcên ku li Efrînê rû didin pêk bînin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Ji destpêka ku dewleta Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê herêma Efrînê di dîroka 18’ê Aara 2018’an de dagir kiriye, herêm aram û ewle nebûye. Berovajî wê sûcên komên çekdar ên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê li dijî welatiyên Efrînê bi giştî û Kurd bi taybet zêde bûne. Rojane bûyerên qetilkirin, revandin, êşkencekirina, dizî û talankirina milkên giştî û taybet, destdirêjiya li şûnwarên cîhanê têne kirin. Her wiha  li dijî jinan her cûre sûc têne kirin. Komên çekdar ên ku bi fermana dewleta Tirk tevdigerin li pêşberî çav û guhnê cîhanê sûcên herî hov li dijî jinên Efrînê ji qetilkirin,revandin, tecawîzkirina jin û zarokan, zewicandina zarokan, îşkenceya dirûnî û fîzîkî bi hemû cûreyên hovane, kolekirina wan pêk tînin,. Ji wan binpêkirinan:

Zêdeyî hezar jin û zarokên keç hatin revandin, çarenûsa zêdeyî 400 jinan ne diyar e. Her wiha zêdeyî 63 jin hatin qetilkirin, 4 bûyerên xwekuştinê û 65 tecawizkirin , her wiha zêdeyî 215 jin birîndar bûn.

Ji destpêka sala 2020’an ve, 42 jin hatin revandin, di meha Tîrmehê de 10 jin hatin revandin.

Daxuyaniya me ya di dîroka 8-6-2020`an de ya têkildarî kutşina keça bi navê Melek Nebî Xelîl Cûma (16) ku di dîroka 23`ê Gulana 2020`an de hatibû revandin û di dîroka 7`ê Hezêrana 2020`an de kuştî haibû dîtin. Gelek malperên alîgir û girêdayî opozîsyona niştîmanî ya dijber û komên çekdar ên Sûriyê ev yek piştrast kirin.

Lê belê piştre wan aliyan nûçe derewand û diyar kirin ku cenazeyê hatiye dîtin ne yê Melek Nebî Xelîl Cûma ye û gotin ya keçeke din e ku heta niha nasnameya wê nehatiye eşkerekirin.

Ev jî bi tena serê xwe sûcek e.

Çavkaniyên herêmî yên nêz ragihandin ku komên çekdar zext li bavê keçikê revandin û kirin da ku agahiyên li ser keça xwe nebêje.

Beriya Cejna Qurbanê bi çend rojan hatibû berdan. Her wiha zext li tevahî şêniyên gund û bi taybetî malbata keçikê hatibû kirin da ku ev doz ji binî de bê veşartin. Bi vê yekê dê çarenûsa Melek wenda bikin û bi demê re ji bîr bikin.

Her wiha jinên ku ji aliyê koma bi navê Hemzat ve hatine revandin, ku vê dawiyê piştî şerên di navbera Hemzat û komên ji Xûta Rojhilat de hatibû eşkerekirin. Hejmara wan jinan 11 ye û heta niha çarenûsa wan ne diyar e.

Tevî ku dewleta Tirk û saziyên wê bi vê yekê dizanin û tevî ku malbatên wan li wan pirsîn û daxwaza hevdîtina bi waliyê Tirkiyê yê li ser Efrînê re kirin jî, lê belê tu bersiv nedan wan û çarenûsa wan jinan eşkere nekirin.

Yek ji jinên ku berê li gel koma bi navê Polîsên Leşkerî yên girêdayî Tirkiyê hatibû girtin, piştrast kir ku zêdetirî 25 jinan di girtîgeha polîsên leşkerî tevî 20 zarokên wan ên temenbiçûk ku hinek ji wan di girtîgehê de ji dayik bûne, hene.

Her wiha piştrast kir ku hejmareke jinan ji aliyê endamên hêzên Cebhe Şamiyê yên li Çarxrêya Kawa bi cih dibin, hatine tecawizkirin û piştre radestî navenda polîsên leşkerî yên Efrînê hatine kirin.Li ser vê yekê, em bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî yên cîhanê, di serî de Rêxistina Neteweyên Yekbûyî û Unicef dikin ku erka xwe ya exlaqî û qanûnî li hemberî sûcên ku li Efrîna Sûriyê rû didin pêk bînin, ekîpeke neteweî bişînin da ku lêpirsîneke navneteweyî derbarê çarenûsa wan jinan  û binpêkirinên çeteyan de veke. Her wiha fişarê li dewleta Tirk bike da ku çarenûsa bi hezaran girtî û revandiyên li gel komên çekdar eşkere bikin û wan serbest berdin.”

ANHA

 

 

 

Back to top button