ManşêtNûçe

Cîhana Ereban dewleta Tirk şermezar kir

Bertekên li dijî êrîşên artêşa Tirk li Herêma Kurdistana Federal a bi SÎHA’yan li dijî Hêzên Parastina Sînor ên Iraqê ji şevên din ve berdewam dike. Di êrîşê de Fermandarê Tûgaya 2’an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Mihemed Reşîd Suleymanî, Fermandarê Tûgaya 3’an a Hêzên Ewlekariya Sînor a Iraqê Zubeyr Halî Taceddîn miriye. Fermandar Husameddîn Abdurrahman Hasan û leşkerek birîndar bûye, li dijê êrîşê cîhana Ereban bertekên xwe nîşan da.

BANGA JI BO NY’Ê

Serokê Parlementoya Ereban Dr. Meşal bin Fahm El Salamî, êrîşa dewleta Tirk a li Başurê Kurdistanê şermezar kir û êrîş weke, “Bi eşkere binpê kirina serweriya Iraqê, yasaya navnetewî û rêziknameyan” nîşan da.

El Salamî banga ‘çalakiyên lezgîn’ li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (NY) ê kir ku ji bo dewleta Tirk êrîşên xwe rawestîne.

‘EM BOMBARDÛMANA TIRKIYEYÊ ŞERMEZAR DIKIN’

Sekreterê Giştî yê Yekitiya Ereban Ahmed Ebû Gayt jî wiha got: “Bombardûmana dewleta Tirk a roja 11’ê Tebaxê li hema Sîdekan a sînorê Iraqê ya ku di encamê de du fermandarên hêzên çekdar ên Iraqê û leşkerekê şehîd bûyîn bi tundî şermezar dikin.”

Gayt da diyarkirin ku êrîş, “Bi eşkere binpê kirina serweriya xaka Iraqê, şert û zagonên yasaya navnetewî û binpêkirinek eşkere a rêgezên welatê cîran e”.

ANF

Back to top button