ManşêtNûçe

Gelê herêma Cezîrê êrîşên dagirkeriya dewlet Tirk şermezar kirin

Li ser vexwendina Meclisa Gel a Kantona Qamişlo û Kongreya Star, ji pêkhateyên herêma Cizîrê bi hezaran kes li qada Şehîd Xebat a bajarê Qamişlo kom bûn û êrîşên dagirkeriya dewlet Tirk ên li ser qadên Parastinê yên Medyayê û dagirkirina Efrînê, her wiha bêdengiya civaka navdewletî ya ji binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê re şermezar kirin.

Beşdarên çalakiyê, pankartên “Êrîşên Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê berdewama komploya qirêj a li dijî netewa

demokratîk e”, “Bi rihê Serhildana Şeladizê em ê dagirkeriya Tirk hilweşînin, Biradostê biparêzin û Efrînê rizgar bikin” û ” Ji Efrîn heya Biradost na ji dagirkeriya dewleta Tirk re” Ji Efrîn heya Biradost na ji dagirkeriya dewleta Tirk re” vekiribûn û dirûşmeyên “Bijî vîna gelan û ji dagirkeriya re na” berz dikirin

Çalakî li qada Şehîd Xebat a rojhilatê bajarê Qamişlo bi deqeya rêzgirtin a bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê bi navê Kongreya Star a herêma Cizîrê Semer Abdullah axivî, êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Parastinê yên Medyayê, binpêkirinên li Efrînê û sûcên li dijî gelê Kurd şermezar kirin.

Semer îşaret bi lêkirina dîwaran li derdora Efrînê kir û got armanc jê ew e ku Efrîn tevlî Tirkiyê bike û mînaka

Lîwa Îskenderon bi bîr anî. Semer bang li gelê Kurd kir ku li hemberî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Kurdistanê serî hildin.

Semer di nava axaftina xwe de got: “Em bi projeya netewa demokratîk bawer in, em ê bi yekrêzî li dijî planên dagikeriy

ê bisekinin, em ê berxwedana xwe di her aliyan de mezin bikin heta Efrîn rizgar bikin.”

Hevserokê Desteya Rêveber a Herêma Cizîrê Telhet Yûnis jî axivî, şehîdên Komkujiya 25‘ê Hezîrana 2015‘an li Kobanê bi bîr anî û got: “Dewleta Tirk a dagirker vîna gelên aştîxwaz dike hedef, lew re bi hemû rê û rêbazan şerê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike ji be rev gel bûye nimuneya yekîtî û hevgirtinê û teror têk bibin. Gelê herêmê ji cîhanê re dan xuyakirin ku projeya netewa demokr

Yûnis bal kişand ser bêdengiya navdewletî ya ji binpêkirinên dagirkeriya dewleta Tirk û got, ev bêdengî delîlê erêkirina wan a ji binpêkirinên Tirkiyê ye.

 

Yûnis di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku bi yekrêzî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin û destkeftiyên bi xwîna şehîdan bidestxistine biparêzin.

Çalakî bi dirûşmeya şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk û silavkirina berxwedana gelên herêmê bi dawî bû.

Back to top button