ManşêtNûçe

Desteya Rêveberiya Herêmî rêze civîn bi Yekîtiya Şaredariyên Îtaliyayê re lidar xist

Desteya Rêveberiya herêmî û Şaredariyan a herêma Cizîrê ji bo xurtkirina têkiliyan bi şaredariyên cîhanê yên pêşketî re, xebatên xwe dewam dike. Di vê çaroçoveyê de desteyê rêzecivîn bi Yekîtiya Şaredariyên Îtaliyayê “ANCI” li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê lidar xist.

Şandeya Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan ji Hevseroka Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a herêma Cizîrê Sema Begdaş, Hevseroka Komîteya Şaredariyan a kantona Qamşlo Şermîn Şaqo, Hevserokê Komîteya Şaredariyên kantona Hesekê Abdullxefûr Oso, pêk dihat. Şandeya Yekîtiya Şaredariyên Îtaliyayê ji Serokê Meclisa Yekîtiya Şaredariyên Îtaliyayê ANSHI, Cîgirê Meclisa Herêman a Yekîtiya Ewropayê Enzo Bianco, mûdirê projeyan di Yekîtiya Şaredriyên Îtaliyayê de Antonio pêk dihat.

Hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a herêma Cizîrê Sema Begdaş diyar kir ku rêzecivînên ku di navbera wan û Yekîtiya Şaredariyên Îtaliyayê de hatin lidarxistin, pêngava ji bo berdewamkirian bernameya hevkariyê ya di navbera herdû aliyan de ji sala derbasbûyî de ye û wiha dewam kir: “Her wiha ji bo berdewamkirina dewreyên perwerdê yên yên ku endamên rêveberiya herêmî û şaredaeriyan ji aliyê Yekitiya Şaredariyên Îtalyayê ve dibînin “ANCI” da ku rewşa rêveberî  xizmetguzarî bi pêş bixin.”

Sema Begdaş destnîşan kir ku civînên di navbera herdû aliyan de çêbûn girîng bûn, armcana wan ku di pêşerojê de xizmeta herdû aliyan bike û bi taybet herêma Cizîrê  û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Civînên bi vî awayî pir girîng in. Bi taybet civînên ku duh Duşemê bi Serokê Meclisa Yekîtiya Şaredariyên Îtaliyayê “ANCI”, cîgirê Serokê Meclisa Herêmên di Yekîtiya Ewropayê de Enzo Bianco û mûdirê projeyan di Yekîtiya Şaredariyên Îtaliyayê de pêk hatin.”

Back to top button