ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Fransa ji bo Efrin banga civîna lezgîn ji NY kir

Li dijî van êrîşên dawî kû ji aliyê Dewleta Tirk û çeteyên wê ve li ser Kantona Efrînê pêktên, wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian, li ser hesabê xwe ya Twitterê ragihand ku wan banga lezgîn ji Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kiriye daku ji bo operasyona Efrînê ya ji aliyê Tirkiyê hatiye destpêkirin bicive.
Wekî din Wezîrê fransî banga agirbestê di navbera aliyan de kir û xwest, alîkariyên mirovî bigihin herêmê.

Artêşa Tirkiyê doh 20ê Çileyê 2018an bi ser bajarê Efrînê yê kurdnîşîn ê Sûriyê de operasyoneke leşkerî da destpêkirin ku hîn jî berdewam dike.
Di encama êrîşên esmanî û bombardomanê bi dehan kesên sivîl di nava kuştî û birîndaran dene.

C. M

Back to top button