Wezareta karên derve ya Misirê îro 21 / 1 / 2018 bi daxuyaniyekê bombebaran û êrişa dewleta Tirk bi ser navçe û bajarê Efrînê de sermezar kir.
Wezaterê got: Em ti carî êrişeke wiha bi ser bajarê Efrînê ya dikeve rojavayê Sûriyê de pesend nakin, ev êriş serweriya Sûriyê weku dewlet têk dibe, her wiha xebatên ji bo têkdana terorê û pêşxistina çareseriyeke siyasî ji boqeyrana Sûrî ji nav dibe.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de tekez li ser wê yekê kir ku ew weku dewleta Misir ti carî çareseriyên leşkerî nabejrînin, ev rêbaz êş û azarên gelê Sûriyê kûrtir dike. Divê gelê Sûriyê bi tev hemû pêkhateyên xwe ve beşdarî proja çareseriyê bibin, ti kes an aliyek neyê ber alîkirin, her wiha divê yek parbûna xaka Sûriyê û serweriya wê jî bêne parastin.
N.R.PYD`ê li Ewrûpa