ManşêtNûçe

Festîvala Kurd a Parîsê di 14’ê Gulanê de dest pê dike

Li paytexta Fransa Parîsê di 14’ê Gulanê de 1. Festîvala Çanda Kurd dest pê dike. Festîvala ku bi hevkariya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F), Enstîtuya Raman û Lêkolînê ya li Kurdistanê (IREK), Komeleya Çand û Hunerê ya Kurdistanê (ACK) û Wexfa Danielle Mitterrand tê organîzekirin, wê di navbera 14 û 28’ê Gulanê de bê li dar xistin.

Festîval Çandê wê li navenda Parîsê Ille-de-France bê li darxistin. Festîval xebatên cûda yên weke muzîk, sînema, şano, lîstikên gel, li gel pêşangeha wêneyan, mutbexa Kurd û semînera cil û bergên gelêrî di çarçoveya xwe de digire. Armanca festîvala ku amadekariyên wê dom dike, dewlemendiya çanda gelê Kurd nîşan kirin û di nav gelên li Fransa jiyan dikin de belav kirin e.

Komîteya Festîvalê banga tev li bûnê li gek kir û got: “ Armanca me parastin, pêşxistin û danasîna çanda Kurd e. Divê her kes qala vê festîvalê bike û bibe sedem ku kes tev li bibin. Ger xwedî li vê xebata ku berhemê keda Kurdan ya ku heya vê rojê komkirî, lê bê derketin bê bigihe armanca xwe.”

BERNAMEYA FESTÎVALÊ WIHA YE

Bernameya festîvalê ya ku cara yekeme tê li darxisistin û wê du heftiyan dom bike, diyar bû. Festîval wê di 14’ê Gulanê roja şemî di saet 12.00’an de li Place Opera’yê bi meşa çandê, dest pê bike. Wê di 15’ê Gulanê de leyîstoka Teatre Arîn “Gul Bê Strî Nabe” bê pêşkêş kirin. Wê Hunermendên TEV-ÇAND’ê di 17’ê Gulanê de bibin mêhvanê konsera ku li Montreuîl’ê tê li darxistin. Di 18’ê Gulanê de wê pêşangeha “Dayik û Koçberî” a Serdar Mûtlû bê pêşkêşkirin. Di 20’ê Gulanê de wê lîstika “Bêrû” a Teatra Jiyana Nû, li ser dîkê bê pêşkêş kirin. Di 21’ê Gulanê de dîsa konsera kolanê û piştre filmê “Dema Dirîreşkan” a Haşim Aydemîr bê nîşa kirin. Wê di 21’ Gulanê de Dîwana Dengbêjan, 25’ê Gulanê de Atolyeya Zarokan û 26’ê Gulanê de jî panela ku mijara wê çanda Kurdî ye bê li dar xistin. Di 27’ê Gulanê de wê xebata wêneyan a bi navê “Rûyê Kurdan” a Firat Bertî bê pêşkêş kirin. Fînala festîvalê jî wê di 28’ê Gulanê de bi konsera Şivan Perwer, Ayfer Duzdaş, Diyar Mehravî û Farqîn Azad were kirin.

ANF

Back to top button