Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmanyayê (FED-KURD) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re daxuyaniyek da.
FED-KURD’ê ji bo bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê bang kir û got, “Hêzên Navneteweyî bi taybetî jî DYE vê dagirkeriyê rewa dikin û piştgiriyê didin. Divê em li dijî vê dagirkeriyê ku armanc qirkirina gelê Kurd e têkoşînê bilind bikin.”
FED-KURD’ê ragihand ku şerê tê kirin şerê man û nemanê ye, lewma divê her kes bi şêweyê seferberiyê dakevin qadan, berxwedanê geş bikin û ji bo çalakiya 14’ê Gulanê ya li paytexta Elmanya Berlînê banga tevlîbûnê kir.
ANF