Nîkole Paşinyan li koşka hikumetê ya Erîvanê ji AFP`ê re da zanîn ku ger ne ji tevgera dewleta Tirk a zêde bûya, ev şer dest pê nedikir û got: ” Hikumeta Azerbêcanê di van 15 salên dawî de zimanê şer bi kar tîne, lê sedema biryardayîna destpêkirina wî şerî, piştgiriya dewleta Tirk e.”
Dewleta Tirk çete ji Sûriyê anîn û ji bo piştgiriya artêşa Azerbêcanê li herêmê belav kirin. Serokê Fransayê Emmanuel Macron jî ew çete wek terorîst bi nav kirin û tekez kir ku dewleta Tirk xeta sor derbas kir.
Li gorî Paşinyan, Erîvan hêzên Tirkiyê yên yekser li Qerebaxê û bi taybet balafirên F-16 ku pir zêde di şer de tên bikaranîn, dewleta Tirk tawanbar kir.
Paşinyan diyar kir ku ev şer berdewamkirina siyaseta dewleta Tirk a qirkirina Ermenan e û piştrast kir ku dewleta Tirk ji bo berdewamkirina qirkirina Ermenan vegeriya başûrê Qefqasyayê.
ANHA