ManşêtNûçe

Bi hezaran şêniyên Qamişlo dagirkerî şermezar kirin… û Muslim û Jiyan tekez kirin li ser pêwistiya Yekîtiya Niştimanî

Di bin drûşmeya” Yekîtiya Refa Kurdî Misogeriya Azadiya Gelê me ye û Têkbirina Dagirkeriya Tirkî li ser xaka me” 25 partiyên kurdî, “Partiyên Yekîtiya Niştimanî yên Kurdî” xwepêşandanek ji bo yekîtiya refa kurdî û şermezarkirina dagirkeriya Tirk li dar xistin.

Bi hezaran ji şêniyên bajarê Qmişlo derketin xwepêandanê bi tevlîbûna herêmên din, û di der barê xwepêşandanê de drûşmeyên ku banga Yekîtiya Kurdî û Ykîtiya refa kurdî dikin hat hildan,  her wiha redkirina dagirkeriyê bi hemû awayên wê û pêwistiya avakirina yekîtiya kurdî, wekî din avakirina yekîtiya Sûriya ji bo avakirina çareseriya siyasî û bidawîkirina aloziya Sûriya.

Xwepêşandan li pêşiya goristana şehîd “Delîl Sarûxan” sekinî û hinek axaftin hatin kir jê jî axftina hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Enwer Muslim ku di axaftina xwe de li ser yekrêziya kurdî tekez kir, her wiha bang li hemû gelên Sûriyeyê kir ku yekrêziya xwe xurt bikin û li hemberî dagirkeriyê bisekinin û bajarên xwe ji dagirkeran û çeteyan rizgar bikin.

Her wiha bi navê Meclisa Sûriya Demokratîk,  Jiyan Hesen axivî û bang li partiyên kurdî kir ku yekrêziya xwe xurt bikin da ku mafê xwe yê çarenûsiyê bidest bixin, û wiha zêde kir li ser pêwistiya yekbûna refê jinan ji ber ku ew parçeyek mezin ji berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriya temsîl dike her wiha binpêkirinên ku der heqê jinê pêk tên ji bo vê yekê divê ji têkoşîn bike ji bo bidestxistina armancên xwe û bidawîkirina dagirkeriyê.

Xwepêşandan bi berzkirina drûşmeyên ku dagirkeriya Tirkiyeyê şemezar dikin û drûşmeyên ku banga yekîtiya kurdî dikin bi dawî bû.

 

Back to top button