ManşêtNûçe

Aldar Xelîl: Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî dê bi hêz û vînê rizgar bibin

Endamê Hevserokatiya Desteya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl bi boneya salvegera yekemîn a êrişên dewleta Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha nivîsî: “Salek di ser dagirkirina dewleta Tirk a bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re derbas bû. Salek sûc û koçberkirin li dijî gelekî ku cîhan û mirovahiyê ji DAIŞ û hevkarên wê parast.”

Xelîl di nivîsa xwe de destnîşan kir ku rênegirtina li pêşiya dewleta Tirk, lekeyek li eniya mirovahî û cîhanê ye, êdî xetereya wê li dijî cîhanê hemû gef e, heke li Sûriyê rê li pêşiya wê bihata girtin, dê îro li vir û li wir mudaxele nedikir.

Xelîl wiha domand: “Em dev ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bernadin. Dê bi hêz û vîna ku ji fedakariyên şehîdan hatiye girtin, bi vîn û israra gelê me yê ku li derveyî warên xwe li ber xwe dide û tu vebijêrk ji bilî vegerê qebûl nake, rizgar bibin.”

Aldar Xelîl di dawiya nivîsa xwe de piştrast kir ku têkoşîn û xebatên wan heta pêkanîna tevahiya van armancan dê bidomin.

ANHA

Back to top button