ManşêtNûçe

Êrişa li ser girtîgeha Sînaa nîşan dide ku hêzeke din heye bi plan piştgiriya DAIŞ’ê dike

Çeteyên DAIŞ’ê pêncşemê êrişî girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê kir ku tê de nêzî 5 hezar çeteyên DAIŞ’ê hene. Bi dîtina gelek çavdêran ev êriş bi tenê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve nehatiye kirin û diyar dikin ku aliyek an jî gelek alî hene ku destek dan vê êrişê.

Lêkolînerê siyasî yê ji Misirê Îslam Fikrî Necmedîn da zanîn ku êrişa DAIŞ’ê ya ji bo derxistina serçeteyên DAIŞ`ê ji girtîgeha Sînaa, nîşan dide ku hêzeke din heye ku bi plan û agahiyan piştgiriya DAIŞ’ê dike û wiha got: “Ji ber pêdivî bi wan çeteyên girtî heye çi di pêkanîna erkên hundirîn de yan jî wan bibin cihên din ên nakok li cîhanê.”

Têkildarî armanca ji vê êrişê Necmedîn ji ajansa ANHA re ev tişt got: “Armanc ji vê êrişê ew e; îsbat bibe ku dewleta Sûriyê û hevalbendên wê bi DAIŞ`ê re hevkar in da ku DAIŞ`ê li Hesekê belav bikin ku di bin kontrola QSD`ê de ye. Her wiha ji bo îsbat bibe ku derketina hêzên Amerîkayê dê derfetê bide vejandina DAIŞ`ê, bi taybet ku artêşa Sûriyê zeîf e û derfetên Kurdan jî kêm in.”

‘HEWCEDARÎ BI ÇAVDÊRIYA HEWAYÎ HEYE’

Necmedîn destnîşan kir ku ji bo êrişeke bi vî rengî li ser girtîgehê, pêwîstî bi çavdêriya hewayî û gelek tîmên şopandinê heye û wiha pê de çû: “Ji ber ku lîstivkanek din di vê êrişê de heye ku destekê dide DAIŞ’ê, da ku xeta parastinê ya girtîgehê bişikîne, bigihîje girtîgehê û çeteyan derxe.”

‘AMERÎKA XEMSAR E’

Îslam Fikrî Necmedîn wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Piştî êrişa DAIŞ’ê ya li Iraqê ku di encamê de 12 endamên artêşa Iraqê hatin kuştin, tu kesî behsa lawazbûna saziyên ewlehiyê yên Iraqê nekir, li gel wê jî perwerde û çekên artêşa Iraqê giştî ji hêla Amerîkayê ve tên pêşkêşkirin. Ev yek jî destnîşan dike ku Amerîka di wan operasyonan de xemsar e.”

Back to top button