Revandina sivîlan li Efrîna dagirkirî berdewam e, hate diyar kirin ku dagirkeran li gundê Cûqê yê Efrînê 4 welatî revandin.
Navên kesên hatine revandin wiha ne: Ehmed Emîn El-xido, Selam Emîn El-xido, Mistefa Mistefa Emar û Mistefa Ebdo Emar.
Li gorî agahiyan kesên hatine revandin heta niha aqûbeta wan ne diyar e.
Li aliyê din talana xwezaya Efrînê û guhertina demografyayê jî bê navber dewam dike.