ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser: Divê dewletên cîhanê welatiyên xwe yên DAIŞ`î wergirin

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Armanca sereke ya êrişê kontrolkirina Hesekê û dabînkirina korîdorekê ji bo terorîstan di navbera kampa Hol û Til Temirê de ye.

Careke din îsbat bû ku zîhniyeta dewleta Tirk bi rê ve dibe, li ser daxwaz û hêviyên berfirehbûn û dijminane ava bûye ku xak û mirovan li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef. Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe yên DAIŞ`ê hewl dide ewlehiya herêmê têk bibe, projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dagirkirina yekser an jî hedefgirtina sivîlan bi rêya dronan, tune bike.

Vê carê çete li baregehên taybet ên li Serêkaniyê, Girê Spî perwerde kirin û şandin taxa Xiwêran a Hesekê û êrişî girtîgeha Sînaa kir ku derdora 5 hezar DAIŞ`î tê de hene. Li gel neparastina hikumeta Şamê sînorên Sûriyê û bêdengiya wê li hember destwerdana domdar a dewleta Tirk li dijî axa Sûriyê, ji vê yekê armanc dike ku Hesekê kontrol bike, korîdorekê ji bo terorîstan di navbera Til Temir û kampa Holê de û heta Iraqê veke. Ev mudaxele li dijî qanûnên navneteweyî û serdestiya welatekî ye. Lê hêzên me bi piştgiriya gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî ev plana kirêt têk bir.

Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li Rêveberiya Xweser derkeve. Li hember komployên li hundir û derve piştgiriya wê bike. Em fedakariyên şehîdan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî silav dikin ku li hember DAIŞ`ê li ber xwe didin. Divê dewletên cîhanê welatiyên xwe yên DAIŞ`ê wergirin.”

ANHA

Back to top button