ManşêtNûçe

 Erîfa Bekir: Êdî bes e ji tundiyê re

Tundiya li ser jinê ji berî hezarê salan pêk tê û heta roja me ya îro jî berdewame, bi taybet dema ku şer di welatan de çêdibe, di haman demê de nexweşiya korona bêhtir bandor çêkir ku tundî li ser jinê zêde bibe.

Têkildarê vê mijarê û bandora wê li ser civakê û encamên wê, rojnameya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi endama meclisa giştî ya PYD’ê Erîfa Bekir hevdîtinek çêkir.

Di destpêka axaftina xwe de Erîfa Bekir wiha diyar kir, belê weke ku em dizanin ku vîrûsa Koronayê li tevahî cîhanê balav bû ye, bi sedema vê nexweşiyê jî li Bakurê Sûriyê bandora tundiya li ser jinê zêde bû, ev jî tê di encama qedexeya derketina derve ji bo xwe parastin bikin ji Korona yê.

Erîfa Bekir wiha axaftina xwe berdewam kir: Weke em dibînin ku tehdîdên dewleta Tirk zêde dibe dihêle ku milet di nerehetiyekê de jiyan bike û ev jî tundiyek derûnî li ser mirovan e bi taybet li ser jinan, tundî bi gelek awayan li ser jinê pêk tê bi awayê leşkerî, civakî, siyasî û derûnî her wiha bi van awayan îşkence li ser jinan pêk tê, ji dema ku jin ji dayik dibe û heta ku dibe kalepîr jî tundî li ser berdewame.

Bekir wiha diyar kir: Şerê ku li bakur û rojhilatê Sûriya pêk tê di encama êrîşên Tirkiya li ser herêmên me jî tundî li ser jinan zêde kir bi sedema revandin û girtina jinan û nediyarkirina çarenûsa wan li herêmên hatine dagirkirin ji hêla dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê(Efrîn Girê Spî û Serê Kaniyê) wekî din jî bêdengiya navdewletî û rêxistunên jinan dihêle ku ev tundî roj bi roj zêde bibe.

Wekî din em dibînin ku xwekuştina jinan zêde bû ye di vê dema heyî de, û sedema wê jî zexta derûnî ye ku jin ji civaka neadil bandor dibe û bi xwekuştinê xelas dike, ji ber vê yekê em nabêjin ev xwekuştine ev kuştin e.

Erîfa Bekir wiha destnîşan kir: Çareseriya rawestandina tundiya ku li ser jinan pêk tê yek jê Rêveberiya Xweser û Kongrya Star e û saziyên têkildarî pirsgirêkên jinan ev sazî xwedî li jinan derdikevin û piştgiriya wan dikin her wiha alîkariya wan dikin di hemû warên jiyanê de, em ji her jinek ku îşkence li ser tê berê xwe bide van cihan.

Em wek meclisa jin di Partiya Yekîtiya Demokratîk de bang li hamû jinan dikin ku saziyên me hemî vekirî ne, ji hemû pêkhateyan çi Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr û Tirkman em bi wan re alîkar in, jinên ku rastî tundiyê dibin em jî rastî wê tunduyê ne, em berpisyarin, ji ber wê jî bangewaziya me ji jinan re dema zextek derûnî rastî wê bibe berê xwe bide saziyên me, di dawiyê de em dibêjin êdî bes e ji tundiyê re, em hêvî dikin bi hev re bi aştî jiyan bikin.

Sefa Mûsa 

Back to top button