ManşêtNûçe

Çeteyên Tirk 4 sivîl ji gundên Efrînê revand

Li gundê Emara ya navçeya Mabata ya Efrînê çeteyên qaşo ‘polîsên leşker’ ên ser bi koma çete ya bi navê El Nixbê ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker 4 sivîl revandin.

Li gorî aghaiyên hatin girtin navê kesên hatine revandin wiha ne: Elî Elî Mistefa (30 salî), Henan Elî Mistefa (32 salî), Mistefa Henîf Roto (29 Salî) û Henîf Ibrahîm Roto (57 salî ye û ew bavê Mistefa Roto ye).

Hate zanîn ku çeteyên bi navê “polîsên leşkerî ” welatiyên revandî birin navenda polîsên leşkerî li bajarê Efrînê ku berê wekî dibistana beşê bazirganî bû.

Artêşa El-Nixbê ya girêdayî dewleta Tirk di gundê Emara de ye û li dijî sivîlên gund sûcên şer pêk anîne.

Back to top button