ManşêtNûçe

TEV-DEM: Diyaloga Kurdî û yekîtiya netewî rêya çareseriya aloziyan e

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî banga diyaloga kurdî-kurdî û rêgirtina li ber şerê navxweyî kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ev demek e aloziya li Başûrê Kurdistanê kûr dibe ku bandoreke neyînî li hemû parçeyên Kurdistanê dike. Ji ber ku ji vê krîzê re çareserî nayên dîtin berdêl têne dayîn. Ji lewra diyaloga kurdî-kurdî daxwazeke netewî ye û ji bo hemû hêzan rewa ye. Her wiha rêya yekane ya derketina ji hemû aloziyan e. Tirkiyê bi siyaset û planên xwe yên taybet şerê kurdan dike û dixwaze pirsgirêka kurdî di nava pençên xwe de bihêle û herêmên me dagir bike, her wiha yekîtî û hêza me ya xweser derbe bike.

Her kes êdî ji xeteriya pêvajoya heyî ya ku Kurdistan tê re derbas dibe, têgihiştiye. Tirkiyê hemû giraniya xwe daye dagirkirina Kurdistanê û rêgirtina li ber pêşketinên kurdan. Doza Kurd bûye mijareke sereke di qadên navnetewî de, Tirkiyê ji vê yekê ditirse. Ji ber vê yekê serî li hemû rêbazan dide da ku şerekî navxweyî di navbera kurdan de biqewime.

Hesasiyeta pêvajoyê, girîngî û berpirsyartiya diyaloga kurdî-kurdî û yekbûna Kurdî û parastina destkeftiyan li me ferz dike.

Wekî tê zanîn, hemû hêzên siyasî û niştîmanî û hemû beşên civaka Kurdistanê di nav de tevgera me bang li aliyên Kurdistanê kir ku bi pey siyaset û planên Tirkiyê nekevin û dît ku çareserî bi rêya diyalogan pêkan e.

Em wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li gelê xwe û tevahî hêzên niştîmanî yên Kurdistanî û tevahî beşên civaka sivîl dikin ku ji planên komploger hişyar bin û xwedî helwesteke netewî bin da ku rê li ber şerê birakujiyê bigirin. Em bi diyaloga netewî ya Kurdistanî ve girêdayî bin û bi lez kongreyeke niştîmanî ya Kurdistanê li dar bixin.”

Back to top button