ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn
Endama ciwanên MSD`ê û xwişka xwe şehîd bûn
Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk û xwişka wê di encama êrîşekê de şehîd bûn.
Kesên ne nas îro di saet 06:00`an de bombeyeke destan avêtin mala Endama Meclîsa Ciwanên Sûriyê Demokratîk a girêdayî Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Dîlan Şêx Mehmûd. Di encamê de Dîlan tevî xwişka xwe Dilyar Şêx Mehmûd şehîd bûn.
Piştî bûyerê, hêzên Asayîşê yekser cûn cihê êrîşê û dest bi lêkolînê kirin.
Tê diyar kirin ku malbat li taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê ye dimînin.