ManşêtNûçe

Ebû Erac: Rejîm dixwaze vekişîna Tirkiyê rewa bike

Cîgirê Fermandariya Giştî yê hêzên Artêşa Şoreşgeran Ehmed Sûltan “Ebû Erac” girêdayî nakokiyên dewletan li ser parêzgeha Idlibê axivî û got: “Rejîma Sûriyên derbên girina li nuqteyên Tirkiyê dixe. Hedefkirina nuqteyên çavdêriyê ji bo ku Tirkiyê vekişandina xwe ya ji nuqteyên çavdêriyê di çarçoveya lihevkirineke veşartî de rewa bike ne.”

Girêdayî mijara Idlibê û nakokiyên navdewletî li ser berjewendiyan, cigirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed Sulatn “Ebû Erac” nirxanên xwe ji ajansa hawar re  parve kir.

Ebû Erac, îşaret bi komên çekdar û çeteyên ji hemû deverên Sûriyê li Idlibê kom bûne kir û Idlib şiband Sûriyeyek biçûk.

Ebû Erac destnîşan kir ku Rûsya û Îran li kêleka rejîma Sûriyê beşdarî êrîşên li ser Idlibê bûne û Idlibê wekî kaxeza dawî ya aloziya Sûriyê dibînin. Ebû Erac got: “Rûsya bi hemû awayî hewl dide Idlibê kontrol bike. Zehmete rejîma Sûriyê û aliyên hevkarê wê li Idlibê serwer bin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Ebû Erac li ser nuqteyên çavdêriyê yên Tikrkiyê ku li Idlibê bi hinceta kêmkirina şer avakirine axivî û got: “Di demên dawî de wan nuqteyan gelek derbên giran ji rejîma Sûriyê xwarine. Rejîm û çeteyên li herêmê li ser vê yekê hevdu hewanbar dikin. Mijara nuqteyên çavdêriyê û hevdû tewanbarkirîn plankirî ye. Mijara hedefkirina nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê girêdayî nepêkanîna Tirkiyê ya sozên xwe yên di çarçoveya lihevkirinên Astana de bi Rûsya û Îranê re ye. Li gorî lihevkirina li Astanayê de rêya Şam – Heleb, Laziqiya – Helebê radestî Rûsya û rejîma Sûriyê were kirin. Hedefkirina nuqteyên çavdêriyê ji bo ku Tirkiyê vekişandina xwe ya ji nuqteyên çavdêriyê di çarçoveya lihevkirineke veşartî de rewa bike.”

Derbarê kerwanên leşkerên Tirkiyê yên derbasî xaka Sûriyê dibin, Ebû Erac got: “Ev kerwan bi mîsyona nuqteyên çavdêriyê tên şandina Sûriyê. Nuqteyên çavdêriyê qaşo ji bo kêmkirina şer hatine avakirin, lê şer ranewestiya û pêşketinên rêjîma Sûriyê bi sînor nekir. Di heman demê de êrîşên roketan qedexe nekir. Mîsyona kerwanên leşkerî heman mîsyona nuqteyên çavdêriyê ne.”

Ebû Erac da xuya kirin ku her kesê di nav komên çekdar û komên çeteyan de banga yekitiyê dike, da ku pêşveçûna rejîma Sûriyê bigre, ew dizanin wê Tirkiyê dev ji wan berde. Ebû Erac got: “Lê nikarin tu biryaran bigirin. Fermandarên çeteyan tiştê ku dewletên piştgiriya wan dikin, pêk tînin. Idlib bûye Baxoza duyemîn. Ew bûye navenda kombûna terorê.”

 

Ebû Erac teqez kir ku Idlib deriyê îstiqrarê li Sûriyê ye û wiha got: “Bi hebûna çekdarên ji 50 nasnameyên dewletên cîhanê çareserî ne pêkan e. Eger em aramiyê bixwazin divê em planekê deynin ku karibin van çeteyan ji Idlibê û tevahî Idlibê derxînin. Rûdanên li bajarê Idlibê çêdibin, ji kuştin û rûxandinê encamên hebûna Tirkiyê ye.”

Back to top button