ManşêtNûçe

komxebat deriyê derfetan li pêş jinan vekir

Li ser vexwendina Meclisa Jinên Sûriyê, li navçeya Eyn Îsa Komxebata bi siloganan ‘Jin û ol, diyalikîtîka desthilatbûn û azadbûnê ne“ hate lidarxistin . 100 jinên endamên meclis û rêxistinên jinan û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar3ı komxebatê bûn.

Li gorî kordînatora giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê Lîna Berekat armanca komxebatê nirxandin û naskirina sedemên tudrewiyê, çima li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûye, nirxandina cudahiyên di navbera tudrewî û terorê, her wiha nirxandina rewşa jinan di bin dagirkeriya rêxistinên terorê de bêne nîqaş kirinKomxebat diyalogê, destpêkirina komxebatên cidî û kûr  der barê jinê de ye’

Koordînasiyona Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat got nîqaş û pêşniyarên ku di komxebata diyaloga jinên Sûriyê de hatine kirin, wê bibe  destpêkirina komxebatên diyalogê yên cidî û kûr der barê jinê de.

Lîna Berekat li ser girîngiya vê komxebatê û mijarên ku tê de hatine nîqaşkirin  ji ajansa ANHA’yê got: “Nîqaş û çareyên ku di komxebatê de hatine nîqaşkirin, girîngî bi awayekî mezin dide tevkariya jinan a rakirina bandorên ol ên yekalî û beşdarbûna wê di biryarstandinan de û dayîna qanûnên ku maf û çalakiyên wan di civakê de garantor bike.”

Lîna bal kişand ser ku divê jin ewlehiya fikrî ava bike, şerê xizantiyê û jiyaneke hevbeş û bi rûmet dabîn bike da ku hewceyî tu kesî nebe.

Têkildarî mijarê Berekat diyar kir ku yekalîbûn û tundrewbûn ne ji taybetmendiya civak an beşeke jê ye, ew nexweşiyeke ku hemû civak azaran der barê de dikşînin û dibe alîkar ku teror li herêmê derkeve.

Di domana axaftina xwe de Lîna got: “Meclisê bi rêya gelek pêşniyarên ku ji komxebatê derketin ku di nîqaşên pêş yên diyalogan de dê guftogo bike, sûd girtiye. Her wiha jî mijarên olî dê komxebatên pêş de bên nîqaşkirin. Ev mijar jî di salên borî ji hêla jinan ve nehatine nîqaşkirin ji ber tenê nîqaş a mêran bû. Ev gav jî dê bibe gaveke bêhempa di dîroka jin de.”

Di dirêjahiya axaftinê de Lîna Berekat diyar kir ku ev komxebat deriyê derfetan li pêş jinan vekir ku nêrîn, pêşniyarên xwe yên ku berê jê hatibûn mehrûmkirin û di xwe de girtibûn bînin ziman û da zanîn ku dê bi rêya sazî û komîteyan xwe ji nexweşiya yekalî rizgar bibin  û zanebûnê di nava civakê de belav bikin da nêrîna mêr der barê wan de bê guhartin.

Lîna Berekat axaftina xwe wiha bi dawî kir ku ev komxebat dê bibe destpêkirina komxebatên dîtir, lê belê dê mijarên ji van kûrtiri bêne nîqaşkirin.

Back to top button