ManşêtNûçe

Di nav siyaseta guherîna demografî de..hukûmeta Tirkiyê navên gundên Kurdan diguherîne  

Hikumeta AKP`ê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê binpêkirin û kiryarên xwe yên dijberî gelê Kurd wekî guhertina demografiyê, krîmînalîzekirina zimanê kurdî û siyasetên asîmîlekirinê dewam dike. Şaredariya bajarê Mêrdînê a Bakurê Kurdistanê ku dewleta Tirk a dagirker qeyûm daniye ser, navên gundên Kurdan guherandin.

Li gorî malpera Sky News Erebiye, Şaredraiya Artuklu ya girêdayî Mêrdînê, navên gundên Kurdan guherandin. Şaredariyê tîpên kurdî yên “X, W, Q” bi tîpên “H, V, K” guherandin.

Li dijî siyaseta qedexekirina zimanê kurdî, bertekên tund derketin û banga guhertin û vegerandina navan wekî berê bi tîpên kurdî, hate kirin.

Endamê Meclisa Şaredariyê ya Artukluyê yê HDP`yî Mihemed Alî Amak diyar kir ku dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo vegerandina navên gundan wekî berê, gavan biavêje.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk bikaranîna zimanê kurdî li cihên giştî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, krîmînalîze û qedexe kir. Her wiha weşanxane û saziyên lêkolînê yên zimanê kurdî hatin girtin û destûr ji girtiyan re nayê dayîn ku nameyan bi zimanê kurdî bişînin an bigirin. Her wiha ajans, malper û kanalên bi zimanê kurdî weşanê dikin jî têne girtin.

ANHA

Back to top button